20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
Li bajarê Helebê 20 ciwan piştî perwerdeya leşkerî ya bingehîn tevlî nava refên YPG’ê bûn.
Ciwanên ku 6 ji wan jin in û biryara tevlîbûna YPG’ê dan, li Şaxa Şêxmeqsud a Akademiya Leşkerî ya Şehîd Xebat di perwerdeya bingehîn a leşkeriyê re hatin derbaskirin. Di dewreya ku bi navê Dilşêr Welat hate dayîn û mehekê dom kir de, li ser rêziknameya YPG/YPJ, parastina rewa, dîroka Kurdistanê û mijarên leşkerî ders hatin dayîn.
Piştî bidawîbûna perwerdeyê merasîma dayîna bawernameyan hate lidarxistin. Di merasîma leşkerî şervanên nû sûnd xwarin û bawernameyên xwe girtin. Piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya YPG’ê Brusk Hesekê axivî û li ser girîngiya perwerdeyê û rola şervanên YPG’ê ya di diyarkirina qedera Rojava de rawestiya. Brûsk Hesekê bang li hemû ciwanan kirin ku tevlî YPG’ê bibin û cihê xwe di xeta parastinê de bigirin.
Merasîm bi dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG” bi dawî bû.