2 rojnamevan hatin binçavkirin
Nûçegihanên Dîhaberê Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman hatin binçavkirin.
Nûçegihanên Dîhaberê Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman hatin binçavkirin.
Nûçegihanên Dîhaberê Alayûmat û Akman, dema li ser sînorê Hatay-Dîlokê nûçe dişopandin, li ser 'gumanê' hatin binçavkirin.
Di nûçeya Dîhaberê de ya li ser mijarê wiha hate gotin: "Nûçegihanên me Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman ên li navbera Hatay û Dîlokê nûçe dişopandin, duh bi şev li navenda Îslahiyeyê tevî Îsa Nûrî Demîr der heqê wan de gilî hatiye kirin û bi hinceta 'gumana maqûl' hatine binçavkirin. Her du rojnamevan birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û bi hinceta ku wê kamerayên wan bên lêkolînkirin, di binê çavan de ne. Îsa Nûrî Demîr ê bi rojnamevanan hate binçavkirin, hate berdan."