15'ê Tebaxê li Parîsê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, 15'ê Tebaxê pîroz kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş bi banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê dest pê kir û nûnerên ACTÎT û Dergaya Pîr Sûltan Abdal a Parîsê jî tevlî bûn.

Meşê saet di 18:00 de li pêşiya Gar de l'Estê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan dest pê kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Faşîzma Tirk winda kir, Kurdistan bi ser ket", "Azadî ji Ocalan re" hatin vekirin.

Kurdistaniyan di meşê de belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di dawiya meşê de li meydana Repûblîque mîtîngek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê Cengîz Baldaş peyivî. Baldaş işaret bi tecrîda giran a li ser Oclaan kir û got, "Ev du sal in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Daxwaza malbatê û parêzeran a ji bo hevdîtinê nayê qebûlkirin. Di şexsê Rêbertî de tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd heye. Em ê jiyana bê Rêber Apo heta dawiyê red bikin û bi geşkirina berxwedana xwe her roj li qadan bin."

Çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakiyan kirin û bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dawî li çalakiya xwe anîn.