15'ê Tebaxê li Ewropayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi çalakiyan pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi çalakiyan pîroz kirin.

BRÜKSEL

Pîrozbahiya li paytexta Belçîka Brukselê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê KNK'ê Hecî Ehmedî li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir, ku bi nirx û daneheviyên di nava 33'an de 15'ê Tebaxê afirandiye, wê serdema şoreşên li Rojhilata Navîn dest pê kiriye veguherîne serdema şoreşên mezin ên jiyana demokratîk û azad.

Di pîrozbahiyê de li peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan jî hate temaşe û guhdarîkirin.

Piştre Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan Dûdiye Alabay axivî û qala wateya 15'ê Tebaxê kir.

Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ûgraş jî axivî û pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi dehan kes beşdarî çaakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Lozanê bûn. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî ku sînevîzyon li ser Pêngava 15'ê Tebaxê hate nîşandan, Hevberdevka NCDK-Swîsreyê Hatîce Kendla peyivî.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Fermandar Egîd" qediya.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya meydana Vîeûx-Portê bûn. Her wiha tûrîstan û welatiyên Fransayê jî bi baldarî pîrozbahî şopandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi sedan kesî ji bo 15'ê Tebaxê govend gerandin.

Merasîma 500 gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li meydana Vîeûx-Portê ji sînevîzyonê hate nîşandan.

Piştre hunermendên TEV-ÇAND a Marsîlyayê derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin.

Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" qediya.

VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, 15'ê Tebaxê li Parka Resselê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî yên li ser wateya 15'ê Tebaxê hatin belavkirin.

Pîrozbahiya li vir bi qîrîna dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" qediya.

OSLO

Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, 15'ê Tebaxê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê, sînevîzyon hate nîşandan.

Piştre koma muzîkê ya ji hunermendên Kurd ên herêmî pêk tê derkete ser dikê û li ser şoreşê stranên xwe got. Beşdar jî li ber stranên komê govend gerand.

Di pîrozbahiyê de, namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên giştî yên 11'ê Îlona 2017'an ên Norwêcê Seher Aydar jî axivî. Aydar li ser hilbijartin û dengdanê agahî da gel û hişyarî da ku di lîsteya navan de li şûna nîşaneya (X) divê bi hejmarê (1) li ber nav bê nivîsandin.

STOCKHOLM

Bi wesîleya 33. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Swêd Stockholmê meş û mîtîngek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Kurdistaniyên danê êvarê saet 18:00 li Parka Hûmlegarden a Stockholmê li hev civiyan bi pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", tevî posterên Ocalan û alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê heta avahiya parlamentê meşiyan. Girseya gel piştre li meydana Mynttorgetê ku li pêşberî avahiya parlamentê ye, mîtîngek lidar xistin.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê axaftin hate kirin û qala girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê hate kirin. Qiseker bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, Ocalan derhal bê berdan.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" û gerandina govendê qediya.