14 otobus ji Stenbolê ber bi Pirsûsê ve ketin rê
14 otobus ji Stenbolê ber bi Pirsûsê ve ketin rê
14 otobus ji Stenbolê ber bi Pirsûsê ve ketin rê
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û piştgiriya ji gelê Kobanê yê li ber xwe dide re welatiyên ku ji gelek navçeyên Stenbolê xwestin biçin Pirsûs tevî astengiya polîsan jî bi 14 otobusan ketin rê.

Girseya ku li Tesîsên Bêhndanê yên Weqfa Mehmetçîk a Kurtkoyê hatin gel hev, bi qasî 7 saetan ji ber astengiya polîsan rawestiyan. Girseyê di wê navberê dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana YPG’ê” nerazîbûna xwe nîşan dan û govend gerandin.
Li gel vê otobusên ku ji navçeyên Stenbolê derketin bi hincetên li gorî rêzikên trafîkê tevnegeriyane ceza li wan hat birîn. Otobusên kesên ji Beyoglu ketin rê duyemîn car hatin asteng kirin. Lê tevî vê jî girseyê xwe gihand Kurtkoy.
Dema girse radiwestiya Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Stenbolê Emrullah Bingul got ku tevî hemû astengiyan jî wê ber bi sînorê Pirsûsê ve hereket bikin. Ji ber hin mirov hatine astengkirin ne gihiştine gel wan. Bingul axaftina xwe wiha domand: “Wisa difikirin ku bi vî awayî wê me asteng bikin. Em naçin silavkirina berxwedana Kobanê, em diçin tevlî berxwedanê bibin.”
Bingul têkildarî herêma tampon jî got ku wê qet destûr nedin herêma tampon. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmayan ber bi sînorê Kobanê ve ket rê.