Derhênera Şano Ayşe Emek Mescî, ku şahidî ji komkujiya 1'ê Gulana 1977'an re kir, ji ANF'ê re axivî.
Mescî di dema êrîşê de tevî şanogeran li pêş pêlikên Parka Gezî bû. Mescî ku tevî bi hezaran kesî ji baskê Beşîktaşê hate meydana Taksîmê got, "Civateke muhteşem bû. Ji sê baskan ve ber bi Taksîmê dimeşiyan. Em jî weke Komeleya Hunermendên Şano (TÎ-SAN) di nava korteja ji Beşîktaşê dihat meydana Takîmê de bûn. Û em li dora kursiya li ber pêlikên Parka Geziyê li hev civiyan. Dev-Genç ku bi girseyeke mezin a ji aliyê Harbiye ve ket nava qadê, li dora bîrdariyê li hev civiya. Komên Maoîst jî ji aliyê Saraçhaneyê ve dihat."
'ME PIŞTRE BIHÎST KU ÎNŞAETA ME XWE LÊ GIRTIBÛ, GULE LÊ HATIYE REŞANDIN'
Mescî anî ziman, ku li qadê coşeke mezin hebû û di dawiya axaftina Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kemal Turkler de dengê çekê hat. Mescî diyar kir, di destpêkê de li cihê komên Maoîst lê bûn tevlîheviyek derket, piştre dengê çekê hat bihîstin û qala wê kêliyê kir:
"Piştre ji aliyê Sûlar Îdaresî dengê çekan li pey hev hat. Her kesî dest bi revê kir; beşek ji girseyê berê xwe da Kazanci Yokûşû, beşa din jî ber bi Intercontinental (Otela Marmara) ve beziya. Em li kêleka kursiya ku Kemal Turkler jê hate daxistin bûn û hingî em li şûna xwe man. Me nizanîbûn çi bikin. Me fêhm kir ku ev provokasyoneke û ber bi aliyê Harbiye yê li pişt parka Gezî em beziyan. Di wê kêliyê de panzerên ber bi meydanê ve dihatin, bi lez ajotin ser girseyê. Ji aliyekî ve jî ava şid berdidan. Kaos hebû. Tevî hin ji hevalên TÎ-SAN'ê me xwe li înşaeteke li jêrê AKM girtin. 10-15 deqeyan em li wir man piştre ber bi Şanoya Habriye ve em beziyan. Piştî rojekê me ji rojnamevanan bihîst ku piştî demekê polîsan gule li wê înşaetê reşandine.
'BI DESTÊ HEV GIRTIBÛN Û DIRÛŞME DIQÎRIYAN'
Mescî dîmenekî ji 1'ê Gulana bi xwîn a ji bîra mirovan naçe parve kir û anî ziman, di nava wê tevlîhevî û kaosê de girseyeke mezin a endamên Dev-Gençê ji qadê nereviya. Mescî got, "Li dora bîrdariyê û li qada pêşiya Interncontinantal bi hezaran ciwanan xwe li erdê dirêj kiribûn, bi destê hev girtibûn û dirûşma 'Mahîr, Huseyîn, Ûlaş, heta rizgariyê şer' diqîriyan." Mescî bibîr xist, di 1'ê Gulana 1977'an de ku weke 1'ê Gulana bi xwîn di nava rûpelên dîrokê de cih girt, piraniya wan li Kazanci Yokûşû 34 kes ji ber îzdiham û gulereşandinê jiyana xwe ji dest dan.
'HESABÊ 12'Ê ÎLONÊ Û 1'Ê GULANÊ YA BI XWÎN NEHAT DAYÎN'
Mescî bibîr xist, 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ku li tevahiya cîhanê di nava aştiyê de bi coş tê pîrozkirin, li Tirkiyeyê bi qedexeyan tê pêşwazîkirin û anî ziman, 1'ê Gulanê mafeke ku di encama têkoşîneke mezin de hatiye bidestxistin.
Ayşe Emel Mescî diyar kir, kujerên komkujiyê nehatine darizandin, her wiha destûr nayê dayîn ku mirovên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dan werin bîranîn û got, "Vê komkujiyê şopên kûr li pey xwe hişt û ji ber ku hesab nehatiye pirsîn kûrtir dibe. Ji xwe 1'ê Gulana 1977'an nîşaneya 12'ê Îlonê bû, ku wê qirkirina ji vê mezintir bihata kirin. Hesabê 12'ê Îlonê û 1'ê Gulanê ya bi xwîn nehatiye pirsîn."