Ziyareteke qedexekirî: Şêx Şahabettîn

Kurdên Şebek li navenda mûsilê, gund, navçe û bajarokên wê dijîn ku weke Eyaleta Nînova ya Iraqê tê naskirin. Li gorî tespîtên dawî, nifûsa Şebekan ji 300 hezarî heta 750 hezarî ye. 85 gundên Şebekan hene.

Li Kurdistanê Kurdên ji gelek baweriyan hene. Ji bilî çar parçeyan, li Rûsya, Ermenîstan û Gurcîstanê bi giranî Kurdên Êzidî dijîn. Kurdên Elewî jî li Bakur û beşek ji wan li Rojava, yên Êzidî li Başûr, Bakur û Rojava, Kakaî jî bi giranî li Başûr û Rojhilat in.

Li gorî Kakaiyan, Sûltan Îshak 21'ê Adarê ji dayik bûye. Ev jî roja Newrozê ye. Bawerî pê heye ku Zerdeşt jî heman rojê ji dayik bûye. Navenda Kakaiyan geliyekî bi navê Hawar e. Ev gelî ji Helebçeyê dest pê dike û heta nêzî Pirdiwarê ku li ser sînorê Îran-Iraqê ye dewam dike. Roja 21'ê Adarê, bi deh hezaran Kakaiyên ji her devera cîhanê tên, serdana vî gelî dikin û pîrozbahiyan li dar dixin.

Kurdên Feylî bi giranî li Başûr û hin herêmên Iraqê, Kurdên Yarsan û Şîa jî li Rojhilatê Kurdistanê ne. Kurdên Şebek jî herî zêde li navenda Mûsilê, gund, navçe û bajarokên wê ne, ku weke Eyaleta Nînova ya Iraqê tê naskirin. Çawa ku Elewiyên Dersimî serdana Duzgun Baba dikin, Êzidî ya Laleş û Kakaî û Yarsan serdana Sûltan Îshak û Pîr Şaliyan dikin, Kurdên Feylî yanî Şîa jî serdana pîran dikin. Kurdên Şebek jî xwecihî ziyaretgehekê ne bi navê Ziyareta Şêx Şabahattîn.

KURDÊN ŞEBEK KÎ NE?

Li ser Şebekan gelek îdîa hene. Hin dîroknasên Tirk ên neteweperest îdîa dikin ku ew Tirkên Bektaşî ne. Bi gelek belgeyên dîrokî piştrast bûye ku Şebek Kurd in. Tê zanîn ku Şebek ji sala 1502'an û vir ve li derdora wîlayeta Nînovayê, li herêma navbera çemên Dîcle û Xazirê dijîn. Bi demê re berê xwe didin Mûsilê. Beşek jê hîn jî li derdora Kerkûkê ne. Li gorî tespîtên dawî 85 gundên Şebekan hene û nifûsa wan jî ji 300 hezarî heta 750 hezarî ye.

Bi zimanekî tevlîhev diaxivin ku ji Farsî, Kurdî û Tirkiya Azerî pêk tê. Tevî vê tevlîheviyê jî zimanê ku Şebek pê diaxivin nêzî zaravayê Kirmanckî yê li Bakurê Kurdistanê ye.

Zimanê ku Şebek pê daixivin, ji bilî cudahiya nuansê, Hawramî ye. Serokê Navenda Şebekan Salih Cûma destnîşan dike ku Hewramî, Manço û Dimilkî zimanê Şebekan e û dibêje, "Lê belê zimanê Şebekan, Hewramî ye."

Parlamenterê ji kota Şebekan Mihemmed Salim Şebek ê li Parlamenta Başûrê Kurdistanê got, "Di dema Medan de Şebek hatine Deşta Mûsilê. Mîna eşîrên din ên Kurdan, her eşîrek li herêmekê bi cih bû."

Salim Şebek anî ziman ku niha herêmek bi navê Şebekîstan heye û ev ji çend eşîrên Kurdan pêk tê. Bi dewamî got, "Eşrîên Bacelan, Zirarî, Simaylewend, Şikak, Gêj ji eşîrê herêma Şebekîstan a Deşta Mûsilê ne" û destnîşan kir ku Şebek ji Kurdên resen e. Salim Şebek diyar kir ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî nêzî 450-500 hezar Şebek li Deşta Nînovayê dijîn."

ŞÊXÊ PÎROZ Ê ŞEBEKAN

Kurdên Şebek jî mîna Kurdên ji baweriyên din, bi bawerî, îbadet û ziyaretgehên xwe dilsoz in. Ji ber ku nêzî Êzidiyên li Deşta Mûsilê ne, tevlî kombûn û îbadetên Êzidiyan dibin û îbadeta xwe dikin. Ji ber ku ziyaretgehên wan gelekî dûr in, hinek Şebek bêyî ku wan bibînin, jiyana xwe ji dest didin.

Kurd Şebek xwe weke murîdên Şêx Şahabettîn dibînin. Ji ber vê yekê bawer dikin ku divê îbadeta xwe li ber gora wî bikin. Şêx Şahabettîn li cihekî navbera gundên Zawer û Tavêle yên herêma Hewramanê maye ku Kurdên Kakaî, Hewramî û Yarsan nêzî hev lê mane.

Ne ji herêma Hewreman e, lê belê ji ber zexta li ser baweriya xwe, ji herêmeke din reviya ye û xwe li herêma Hewreman girtiye. Hewraman jî xwedî lê derketine. Şêx Şahabettîn li navbera gundên Zawer û Tavêle yên herêma Hewreman a navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûye ser dilovaniya xwe. Gundê Tavêle gundekî herêma Nodşe yê bajarokê Newsû yê bajarê Pawe ye ku li jêrê çiyayê Dalanî y^eherêma Hewreman e ku weke bihuşta Hewreman tê naskirin. Cîranê gundên Hanîgermela û Keymîne ye. Li rojhilatê wê jî bajarê Nodşe heye.

Gora Şêx Şahabettîn ku ziyareta herî mezin û pîroz a Kurdên Şebek e, li gundê Zawerê ye. Ji aliyê gelê herêmê ve weke Şêx Şahabettîn Dizawer an jî Zawer hatiye binavkirin û bi vî rengî tê naskirin. Li hin çavkaniyan bi navê Şêx Şahabettîn Bagdadî jî derbas dibe.

Şêx Şahabettîn sala 1118'an ji dayik bûye. Dema ciwan bû ji bo bibe şagirtê Şêx Abdulkadîr Geylanî diçe Bexdayê. Wextekê dibe şagirtê Şêx Abdulkadîr Geylanî û piştre vedigere Hewramanê.

Li gundê Zawerê bi keçekê dizewice. Piştî 3 zarokên keç, du kur jê re çêdibe. Yek ji keçên wî bi Seyîd Mistefa Hewramî re dizewice ku weke Pîr Şaliyar ê 3. tê naskirin. Gora keça wî ya bi Pîr Şaliyar ê 3. re zewiciye niha li wê herêmê ye. Bi navê Qedalo Pîro yanî dayika xizanan weke ziyaretekê tê naskirin.

Şêx Şabahettîn sala 1190'î dema 60 salî bû wefat kir. Di pirtûka mezinên Yaresan de ji bo Şêx Şabahabettîn tê gotin ku yek ji 7 kesên nûnerê ola Sûltan Îshak e. Şêx Şahabettîn şêxê herî pîroz ê Şebekan e. Gora wî weke ziyareta herî mezin tê dîtin.

Ji bo mirov karibe xwe bigihîne ziyareta Şêx Şahabettîn a li gundê Tavêlê, divê ji qereqola Îranê ya li gundê Zawerê destûrê bigirin. Bi sed hezaran Şebekên ku vê yekê nikarin bidin ber çavên xwe, bêyî dîtina gora Şêx Şahabettîn jiyana xwe ji dest didin. Li gorî baweriya Şebekan, kesên ku gora Şêx Şahabettîn dîtine, mirovên pîroz tên dîtin.