Zinarîna Dêrsimê ya ku bûbû evîndara Faraşînê

Zinarîn Dêrsim li Botanê ya ku qîmeteke mezin didayê bi salan têkoşiya û piştre li Faraşînê tevlî nav refên şehîdan bû.

Hezkirina welat dûrahiya ji wê çiqasî zêde be û çend sal ji ser wê derbas bibe, tiştek ji pîrozbûna wê kêm nabe. Heke berxwedan û şer hebe, ev hezkirin bi evîna azadiyê dibe yek. Li qadên berxwedanê dest bi cengê tê kirin. Ev tişt kurteya xwefedakirina bi hezaran ciwanên Kurd e. Zinarîna Dêrsimî ya ku bûbû evîndara Botanê jî yek ji van kesan e.

Zinarîn Dêrsim (Selme Dogan) di sala 1972’an de li Dêrsimê ji dayik dibe. Piştî ku malbata wê koçî Stenbolê dike, li dibistanê PKK’ê nas dike. Zinarîn di sala 1992’an de tevlî nav refên şoreşê dibe. Piştî ku tevlî nav refan dibe, ji bo perwerdehiyê diçe Qada Rêbertîyê.

PERWERDEHIYA LI QADA RÊBERTÎ

Zinarîn di nav perwerdehiyê de bi usluba xwe ya jixwebawer û sakîn balê dikişîne, her dema ku nirxandinan dike, hevalên wê heyranî wê dimînin. Ji ber helwesta xwe ya mutevazî û zanabûna xwe, piştî perwerdehiyê tevlî dewreyeke perwerdehiyê ya taybet a di bin kontrola Rêbertî de dibe. Ji bo artêşa jinan û azadbûna wê partî û hevalên wê jê hêvîya dikin. Dixwazin Zinarînê ji bo peywirên mezin amade bikin. Hevalên wê jîr û jêhatîbûna wê fêm dikin û ji bo baştir sûdê bide şoreşê, bi taybet pê re eleqedar dibin.

DIÇE ÇIYAYÊN BAKUR

Zinarîn Bakurê Kurdistanê hîç nedîtiye. Her dem qala çiyayên Bakur dike û qala hesreta xwe ya ji bo wê derê dike. Piştî demekê ji ser Heftanînê diçe Botanê. Besta, Gabar, Elkê û ji wir jî heta Faraşînê gav bi gav li her derê digere. Ji ber ku nû ketiye nava şer, peywirên bilindtir ên ku hevalên wê didinê, ew qebûl nake.

ROJÊN LI ÇIYAYÊN BOTANÊ

Zinarîn hesreta xwe ya welat bi çiyayên Botanê derbas dike û hemû hewldana wê ev e ku hemû bedewbûnê ji kûr fêm bike. Ew ji ku derê derbas dibû, kûrahiya wê derê fêm dike û dijî. Li Gabarê dibe şahidê bîranînên Fermandar Egîd. Dema diçe zozanan jî bedewbûneke din dibîne. Dema diçe zozanên Faraşînê ew dibêje ku ev der bihuşta bihuştê ye. Zinarîn a ku dibe evîndara Faraşînê dibêje ‘Heke ez mirim gora min li Faraşînê çêbikin.’

EZ SERBILIND IM KU MIN LI BOTANÊ ŞER KIRIYE

Zinarîn Dêrsim dema li çiyayên Botanê ye bi vî awayî qala hestên xwe dike “Dema ez li welatê xwe dijîm û li Botanê li ber xwe didim û li çiyayên wê dimeşim, dilê min bêtir bi şer û axa welat tê girêdan. Bi jiyînê re wateya wê çêdibe. Welat, çiya, şer û Botan. Ez serbilind im ku min li Botanê şer kir û li ber xwe da. Yên li Botanê şer dikin û li ber xwe didin jî li ber çavê min bêtir dibin mirovên ku divê qîmeta wan were zanîn.”

LI ÇIRAVÊ

Zinarîn dema li qada Çiravê ya Gabarê ye van gotinan li rojnivîska xwe dinivîse “Di şevên Çiravê yên rût de li min sar bû. Di nav behra helizan de, min li stranên wan guhdarî kir. Li vê derê asîman pir nêzî erdê bû. Yên li erdê û herî zêde nêzî asîman jî em bûn. Me dikarî stêrka herî mezin bi destê xwe zeft bikira. Wekî ku mirovên pak û paqij ên li ser rûkala cîhanê û asîmana saf em bûn. Wekî ku em ê bigihiştina Rêya Kadizê. Zozanên Elkê yên ku bi gelek tonên kesk li qadeke biçûk digihêjin hev, kulîlkên mor, zer, pembe û sor li ser zemîna qedîfeyê kesK bê xem bela bûne û jiyîna li vê derê dixe dilê mirovan. Faraşîn li pêş min wekî pêlên bi aheng ên behra çîmenên kesk e.”

Zinarîn Dêrsim li Botanê ya ku hesreta xwe ya welat lê derbas dikir, li zozanên Faraşînê di 4’ê Îlona 1997’an de tevlî nav refên şehîdan bû. Zinarîn bi jiyana xwe nîşan da ku divê hezkirin û girêdana bi welat çawa be. Zinarîn li zozanên Faraşînê di her dilopeke avê de, di her bayekî hênik de û di her kulîlkên rengîn de hê jî dijî.”