Zarokên Paveya Kirmanşanê piştgiriyê didin Efrînê

Li navçeya Paveyê ya Kirmanşanê zarokan piştgirî dan berxwedana Efrînê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê di roja 24’emîn de didome. Êrîş û Berxwedana Serdemê li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Efrînê didome. Vê carê jî li bajarê Paveyê yê Kirmanşanê zarokan piştgirî dan berxwedana Efrînê.

Zarokên li Paveyê bi dowîzan piştgirî dan berxwedana li Efrînê. Zarokan dowîzên ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’ dan ser sînga xwe.