Zaroka 9 salî ya ku panzêr lê qelibî, hate ameliyatkirin

Li Silopiyê panzêr li zaroka 9 salî ya bi navê Rûken Elma qelibî. Elma hate ameliyatkirin.

Li Silopiya Şirnexê vê sibehê zaroka ku dixwest biçe dibistanê, wesayîta zirxî lê qelibî. Zaroka 9 salî ya bi navê Rûken Elma rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Hate diyarkirin ku lingê zarokê di çend cihan de şikiyaye û ew xistine ameliyatê. Piştî ameliyata 3 saetan zarok li servîsa Cerrahiya Giştî tê tedawîkirin.

DIYA WÊ: DIZANIBÛN KU GELEK ZAROK HENE

Diya wê Fehîma Elma diyar kir ku panzêr her demê bi lez ji ser rêyê derbas dibe û got ku, “Kî tê ber wan li wan diqelibin. Dizanin ku sibeh e û zarok diçin dibistanê. Li wê derê gelek zarok hebûn û derbasî aliyê din ê rê dibûn.”

Hate hînbûn ku bavê zarokê, Suleyman Elma ji aliyê şaredariya DBP’ê ketibû ser kar lê piştî ku qeyûm hatibû peywirdarkirin ji şaredariyê hatibû îxrackirin.

HDP ÇÛ SERDANÊ

Namzetên Hevşaredariyê yên HDP’ê yên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî çû serdana malbatê.