Ji Îranê bîlançoya nû: 1.060 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rayedarekî Îranî daxuyanî da televîzyona dewletê û diyar kir ku piştî şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re, li welêt hejmara miriyan derket 1.060’an.
Rayedarekî Îranî daxuyanî da televîzyona dewletê û diyar kir ku piştî şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re, li welêt hejmara miriyan derket 1.060’an.
Midûrê Weqfa Şehîdan û Gaziyan Saîd Ohadî roja duşemê roportaj da televîzyona dewletê û got, “Heta vê şevê li seranserî welêt me 1.060 şehîd spartin axê.”
Di şerê ku 13’ê Hezîranê bi êrîşên Îsraîlê re destpê kirî û 24’ê Hezîranê bi agirbestê bi dawî bû de, li gorî bilançoya fermî ya berê hejmara miriyan 935 kes hatibû diyarkirin.
Di şerê 12 rojan de, di encama êrîşên Îsraîlê de berpirsyarên Parêzvanên Şoreşê û zanyarên nukleer jî di nav de gelek rayedarên payebilind hatibûn kuştin.
7’ê Tîrmehê roja duşemê Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan daxuyanî da û îdîa kir ku Îsraîlê hewl da wî bikuje.
Pezeşkiyan di roportaja dayî pêşkêşvanê Emerîkî Tucker Carlson de got, “Ceribandin, ketin nava liv û tevgerê lê nekarîn.”