YPS: Li Colemêrgê 3 polîs hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li Colemêrgê di encama çalakiyeke yekîneyên wan de 3 polîsên dewleta Tirk hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser çalakiyeke yekîneyên wan a li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Êvara 31'ê Çileyê saet di 21:00 de, yekîneyên me yên YPS'ê li ser rêya taxa Yenî, Gûpsî û Berçelanê, li dijî mînîbuseke polîsan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 polîs hatin kuştin. Hejmara çeteyên birîndar nehat zelalkirin."