YPS: Faşîzma AKP'ê çalakiya me ya li dijî Tahîr Guven manîpule dike

Koordînasyona YPS'ê diyar kir, dewleta Tirk dixwaze çalakiya yekîneyên YPS'ê ya li dijî Tahîr Guven manîpule bike, bi vî rengî ji bo xwe bike avantajeke siyasî û got, îdîayên li ser girtina endamê wan nerast e.

Tahîr Guven birayê serokê berê yê AKP'ê yê navçeyê Cîhan Guven, ku salên dûr û dirêj li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo dewleta Tirk sîxurtî û kontratî dikir, 4'ê Kanûnê di encama çalakiyeke çekdarî de hatibû kuştin.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiyê li xwe girtibû ku Tîma Bersivdanê ya Şehîd Demhat Spêrtî ev çalakî kiriye.

Piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû hedef nîşan da, polîsên Tirk li Cizîrê tevî avahiya HDP'ê ya navçeyê dest bi êrişên qirkirinê kirin û ji 26 kesên biryara destgîrkirinê der barê wan de hate dayin 15 kes destgîr kirin.

Suleyman Soylû ji bo reşkirinê, der barê êrişa çekdarî ya li hemberî Tahîr Guven, parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz sûcdar kir. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç weke endamê YPS'ê îlan kir û îdîa kir ku li mala Kaçmaz girtine.

YPS'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv dan van îdîa û berevajîkirina rastiyan.

YPS'ê ev daxuyanî da:

"Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku li her qadê bilind bûye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê xistiye nava krîzeke mezin û aniye ber hilweşandin. Dewleta Tirk ku li pêşberî vê berxwedana topyekûn fonksiyonê xwe ji dest daye, mîna her carê weke çareya yekane serî li rê û rêbazên şerê taybet dide.

Dewleta Tirk a faşîst ku bi derewan propaganda şerê taybet dike, çalakiya li hemberî kontra Tahîr Guven a ku ji aliyê Tîma Bersivdanê ya Şehîd Demhat Spêrtî ve hatiye kirin manîpule dike. Bi dayina agahiyên derewîn dixwaze ku vê çalakiya serketî binixumîne û ji bo xwe bike avantajeke siyasî. Bi zanebûn dixe stuyê kes û saziyên ku xwedî li nasnameya siyasî ya gelê me derdikevin û bi rengê komployê êriş dike.

Hêrsa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê a li hemberî gelê me, ji ber encama tengaviya wê ye. Bi derewên 'min gerîla qedand û gihand wê astê ku nikaribe çalakiyan bike' dixwaze xwe û gelê me bixapîne. Lê belê tîmên me yên profesyonel bi taktîk û rêbazên afirîner çalakiyan dikin. Dema ku nikare van çalakiyên bi bandor kifş bike, hingî dîn û har dibe.

Kesê bi navê Tahîr Guven bi salan li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê karê kontra kir, li dijî gelê me yê welatparêz û gerîlayên azadiyê hevkarî bi dijmin re dikir, lewma gefek bû. Kesekî sûcdar bû ku bû sedema şehadeta gerîla û girtina mirovên me yên welatparêz. Tahîr Guven ê li pêşberî gelê Kurdistanê sûcdar bû, bi çalakiya serketî ya tîma me ya bersivdanê hate cezakirin.

Îdîayên ku dibêjin 'endamên me yên vê çalakiyê hatine girtin' nerast e. Hewldanek desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dixwaze vê mijarê ji xwe re bike avantaja siyasî. Lê belê çi dike bila bike, bi zext, êşkence û girtiya gelê me wê nikaribe pêşî çalakiyên me bigire, wê nikaribe pêşî li hilweşîna xwe bigire.

Mîna ku me berê jî eşkere kir, yên ku bi dijmin re hevkariyê dikin, navê wan bi belgeyan di destê me de ne. Ji aliyê tîmên me ve têne şopandin. Li cih û dema xwe wê aqûbeta Tahîr Guven bê serê wan."