BI DÎMEN

Fedayiyên ku pergala tecrîdê protesto kirin hatin bibîranîn

Li bajarê Duusburgê şehîdên ku di salên 2018-2019’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîn, di şexsê Umît Acar de ku li bajarê Îngolstadt ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, hatin bibîranîn.

Di şexsê Umît Acar de ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Îlona 2018'an de li bajarê Ingolstadt ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, Ugur Şakar ê li dijî Komploya Navneteweyî di sala 2019’an de li pêşiya Dadgeha Krefeldê bedena xwe da ber agir û fedayiyên ku di navbera salên 2018-2019’an de li girtîgehên cuda li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Mahsum Pamay, Zehra Saglam, Siraç Yuksek, Medya Çinar, Yonca Akinci û Enver Çelîk li bajarê Duisburg ê Elmanayê bi çalakiyekî hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê ve hat lidarxistin û bi dehan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bavê Şehîd Umît Acar di bîranînê de axivî û wiha got: “Umît ne tenê kurê min e, kurê we hemûyan e. Bira û hevrêyê we hemûyan bû. Ew ji bo rawestandina tecrîd û îmhayê xwe veguherand xeleka ji agir.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Duisburg û Komeleya Malbatên Şehîdan de bal kişandin ser rola şehîdan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de û hate diyarkirin ku her şehîdek dîrokê dinivîsine.

Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.