BI DÎMEN

Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’

Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê heta 10’ê Cotmehê dewam bike de, li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hat lidarxistin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Elman ku bi dirûşmeya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî” li hev civiyan, li navenda bajêr beza maratonê li dar xistin.

Çalakvanan tîşortên “Ji Ocalan re Azadî”  (Freiheit Für Öcalan) li Hamburg Europa Passage dest bi maratonê kirin. Çalakvanên ku li kolana herî qerebalix ê bajêr 7 kîlometre beziyan, dubare vegeriyan Europa Passage û maratonê bi dawî kirin.

Çalakvanan bi daxuyaniya xwe ya li qadê ragihandin ku wê tevahiya meha Cotmehê meşên wan ên azadiyê wê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî” li sedan navendên Ewropayê dewam bike.

Çalakvanan di çarçoveya rêze çalakiyên ku wê heta 10’ê Cotmehê dewam bike ku salvegera pêngava “Ji Abdulllah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ye, her roj li bajêrekî cuda danezanan belav bikin, standên agahdarkirinê vekin û bimeşin.