BI DÎMEN

Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide

Rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Baselê hat bibîranîn. Hevrêyên têkoşînê yên Nagîhan Akarsel ên di bîranînê de axivîn, anîn ziman ku têkoşîna wê têkoşîna azadiya jinên cîhanê ronî dike.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Rojnamevan-Akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin, di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Salona çalakiyê bi posterên Nagîhan Akarsel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin û gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

Çalakî bi panela li ser têkoşîna Nagîhan Akarsel destpê kir. Panela ku bi moderatoriya Rojnamevan Ronî Eylem hat kirin, Siyasetmedarê Kurd Şukran Sîncar, ji endamên Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî û Elîf Kaya weke axaftvan tevlî panelê bûn.

RONÎ EYLEM: NAGÎHAN KURDISTAN BÛ

Ewil Rojnamevan Ronî Eylem mafê axaftinê girt û bal kişand ser nasnameya têkoşer a Nagîhan Akarsel. Ronî Eylem anî diyar kir ku ew Nagîhan Akarsel ji nêz ve nas dike û wiha got: “Nagîhan xwedî kesayetekî ku tu car dev ji têkoşîna xwe bernedida bû. Nagîhana ku min nas dikir, Kurdistan bû.”

Ronî Eylem destnîşan kir ku Nagîhan Akarsel bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin û anî ziman ku gelê Kurd edaletê dixwaze.

ŞUKRAN SÎNCAR: NAGÎHAN NAVÊ GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ BÛ

Piştî Rojnamevan Ronî Eylem, Siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a li ser bingeha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Şukran Sîncar îşaret pê kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di guhertin û veguhertina jinên Kurd de roleke girîng lîstiye û wiha got: “Dema em li xaka Kurdistanê dinêrin, jin bi berxwedan û afirandinên xwe roleke mezin dilîzin. Jinên pêşeng di tevgerê de ne tenê li dijî dijmin, li dijî zîhniyeta mêr a di nava civakê de jî têkoşîneke mezin didin.”

Şukran Sîncar diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe guhertin û veguhertineke bi kok afirandine û wiha got: “Jin êdî bi fikir û nirxandinên xwe jiyaneke nû diafirînin. Di nava civakê me de jî guhertineke bi hêz û bi kok hate afirandin. Rêxistinbûna jinan li dijî zîhniyeya mêr a 5 hezar salî ku jin qebûl nake, şereke mezin vekir. Nagihan yek ji pêşengên ku vê şerê rêve dibir bû. Nagîhan navê guhertin û veguhertinê bû. Bi saya têkoşîna wan îro dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hêviya jinên cîhanê.”

ELÎF KAYA: TÊKOŞÎNA NAGÎHAN RÊ NÎŞANÎ JINAN DIKE

Endama Akademiya Jinelojî Elîf Kaya jî pêşkêşiya bi sernavê “Çima ji jinan ditirsin” kir.

Elîf Kaya bi vegotinên bîranînên xwe yên bi Nagîhan Akarsel re dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Nagîhan hevala min a xebatê bû. Têkiliya wê ya bi jiyanê re pir xurt bû. Êşa her jineke, kenê her zarokekî ji dil hîs dikir.”

Elîf Kaya diyar kir ku di şerê li dijî gelê Kurd de her tim pêşî jin û bedena wan hedef tê girtin û got, “Heval Sakîne Cansiz hat qetilkirin. Dewleta Tirk jinên Kurd û têkoşîna wan dike hedef. PKK ji jinan pêk tê, ya ku PKK’ê dike PKK têkoşîna jinê ye. Ji ber ku vê yekê baş dizanin, jinên pêşeng qetil dikin. Dema Nagîhan hat qetilkirin me ev yek baş fêm kir. Nagihan xebatên Jineolojiyê dimeşand, ji bo ku jin xwe û çanda xwe nas bikin, dixebitî. Hewl dida ku yekîtiya jinên Kurd ava bike. Wan ev yek weke xeteriyeke mezin dîtin. Kuştina Nagîhan rasterast li Enqereyê hatibû plankirin. Xwestin bi komkujiya Nagîhanê peyamekê bidin hemû jinan. Qetilkirina Gulistan Tara jî berdewama vê ferasetê ye.”

Elîf Kaya destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd, tevî hemû komkujiyên dewleta Tirk ên li ser jinan hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê mezin dibe û wiha axivî: "Têkoşîna Nagîhan êdî roj bi roj mezintir dibe. Têkoşîna jinên cîhanê hêvî dide me û rê nîşanî me dide.”

NECÎBE QEREDAXÎ: NAGÎHAN MÎRASEKE MEZIN LI PEY XWE HIŞT

Piştî Kaya ji Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî axivî. Necîbe Qeredaxî bi bîranîna Nagîhan Akarsel dest bi axaftina xwe kir û got, “Nagîhan 3 erk ji me re hiştin: Em baş fêm bikin ka çima ev komkujî hatiye kirin, wê û têkoşîna wê bi bîr bînin û bersivê bidin vê komkujiyê. Eger em baş fêm bikin ka çima ev komkujî hat kirin, em dikarin bersiveke baş bidin hemû komkujiyên jinan."

Necîbe Qeredaxî wiha berdewam kir: "Nagihan bi qasî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi heman awayî di encama xiyanetê de jî hat qetilkirin. Eger xiyanet nebûya Nagîhan nedihat şehîdkirin. Yên ku mala Nagîhan nîşan dan û îstîxbarat dan, koka xiyanetê ya di nava civaka Kurd de bûn. Ne tenê Nagîhan, zanayeke Kurd qetil kirin.”

‘KUJERÊN RASTÎN DERXIN HOLÊ'

Piştî panelê, Însiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Nagîhan Akarsel der barê doza Akarsel a bi dawî bûye daxuyanî da. Însiyatîfê xwest kujerên rastîn ên Nagîhan Akarsel û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin.

Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Selma Sûrer axivî û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna Nagîhan Akarsel. Çalakî bi xwendina helbestên Nagîhan Akarsel û konsera muzîkê ya Koma Kevana Zêrîn bi dawî bû.