BI DÎMEN

Şehîdên Kotolê hatin bibîranîn: Ger em li ber xwe nedin nikarin rêya xwe bibînin

Şehîdên Kotolê bi çalakiyekî li bajarê Luzern ê Swîsreyê hatin bîranîn. Di bîranînê de wiha hate gotin, “Em ê li pey rêya bi hezaran Egîdan biçin û berxwedana xwe bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane' bidomînin. Ger em li ber xwe nedin nikarin rêya xwe bibînin.

Gerîlayên HPG’ê Hogir Botan (Şerîf Adlim), Rênas Civyan (Bedran Erîn) û Berxwedan Goyî (Rizgar Kara) ku 19'ê Tîrmeha 2024'an li herêma Kotolê di encama kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn, li bajarê Luzern ê Swîsreyê hatin bîranîn. Piştî bîranînê ji bo Berxwedan Goyî şîn hate danîn. 

Bîranîna ku ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê hat lidarxistin, di şexsê Hogir Botan, Rênas Civyan û Berxwedan Goyî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Salih Hezexî diyar kir ku gelê Kurd ji pêvajoyekî pir giran derbas dibe, her roj agahiya şehadetek nû tê û bang li her kesî kir ku berpirsyarî bigirin.

Hezexî wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî polîtîkayên tecrîd, dagirkerî û qirkirinê berpirsyariyeke giran li xwe girtin, em jî berpirsyar in ku cihê xwe di vê têkoşînê de bigirin. Li ku derê bibin bila bibin em ê li dijî van êrîşên ku li dijî Rêbertî, hebûn, ziman, çand û xaka gelê Kurd tê meşandin, xwedî li Rêbertiya xwe û gerîlayên xwe yên qehreman derbikevin. Em ê mîrateya ku şehîd ji me re hiştin, li erdê nehêlin. Ji ber vê yekê li dijî dewletên faşîst şer bikin, em ê bi yekîtiya xwe vê şerê bi ser bixin û Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin.”

Piştre Dayika Aştiyê Fatma Toren mafê axaftinê girt û wiha got: “Serê gel, malbat, Rêbertiya me û gerîlayên me yên qehreman sax be. Şehîdên me ji bo azadiya me dan pey rêya Egîdan û şehîd bûn. Gerîlayên me li tunelan, di baran û xeriyê de ji bo me li ber xwe didin û şehîd dibin. Em ê li pey rêya bi hezaran Egîdên şehîd biçin û berxwedana xwe bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane” bidomînin. Ger li ber xwe nedin nikarin rêya xwe jî azadiya xwe jî bibînin. Em ê heta dawî dev ji vê rêyê ber nedin û li ber xwe bidin.”

Nûnerê KOMAW’ê yê Swîsreyê Mustafa Karahan jî wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wî ji çar milan ve êrîşî gelê Kurd dikin. Dixwazin hebûna Kurdan tune bikin. Gerîlayên me yên azadiyê jî li hemberî van êrîşan bi qehremanî li ber xwe didin. Êşa me giran e; bi her agahiya şehadetê parçeyek ji canê me diçe. Lê azadî bê berdêl nabe. Gerîlayên me vê berdêlê bêhesap didin û li ber xwe didin.”

Piştî Karahan, li ser navê malbata Berxwedan Goyî, Sadun Kara û Mehmet Kara jî axivîn û anîn ziman ku ew ê li her derê û her tim bi parastina nasname, ziman û çanda xwe xwedî li mîrateya şehîdan derbikevin.

Bîranîn piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Piştî bîranînê ji aliyê malbata Berxwedan Goyî û hevrêyên wî yên têkoşînê ve sersaxî hatin qebûlkirin.