YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin

YPS: Em fermandarê mezin hevrê Çiyager û hemû şehîdên Sûrê ku pê re li barîkatan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe dane bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin.

Koordînasyona YPS’ê derbarê şehîdên Sûrê yên bi fermandariya Çiyager daxuyaniyeke nivîskî da.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

‘’Bi çarçoweya plana têkşikînê ya rejîma faşist a AKP-MHPê, li dijî êrîşên li ser bajarên Kurdistanê, berxwedana bajaran a 2015’an bi Sûrê re gihaştiye asta herî bilind. Vê berxwedanê kiriye kab li dewleta Tirk werin şikandin. Dewleta Tirk derî bi derî geriyaye, ji bo ku li dijî PKK’ê têbikoşe, ketiye pozisyona ku li ber Emerîka û Rûsyayê kaba xwe li erdê deyne.

Bi fermandariya fermandarê mezin Ş. Çiyager û bi pêşengiya hevrêyên me Nûcan, Delîl, Şîlan, Êrîş, Hogir, Masûm û Çekvar berxwedana bêhempa ya 105 rojan, dewleta Tirk ji gav xistiye. Dewleta Tirk li gel ku hemû hêza xwe ya leşkeri, ji yên bi rûpoşan bordo bigerin heta bi komandoyên bin avî, aniye Sûrê jî, 4 tabûrên leşker li vir winda kirine. Dema ku van jî têrê nekirî, ji dûr ve bajar dane ber tang û topan û hatiye kavilkirin. Li gel vê jî ne dewleta faşist lê vîna berxwedan û azadiyê bi ser ketiye.

 ‘BERXWDANÊ KIR KU ARTÊŞA TIRK XWÎN BAVÊJE’

70 kesê bi fermandariya hevrê Çiyager ê ku digot, ‘’encam çi dibe bila bibe berxwedana me jî, şehîdbûna me jî wê bêhempa be’’, kiriye ku 105 rojan artêşa Tirk xwînê bavêje û berxwedaniyeke wiha bêhempa derketiye holê. Şehîdbûna wan jî weke berxwedana wan bi asteke fedayî bû. Hevrê çiyager ê afirîner, ku di jiyana xwe de dilnimz bû, kedkar bû û di têkoşînê de xwedî helwesteke biryardar bû ramanên Rêbertiya me bi gewherî fêhm kiribû, bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apogerî, tim bawerî daye hevalên li derdora xwe.

Em fermandarê mezin hevrê Ş. Çiyager ku ev berxwedaniya mezin derxistî holê û şehîdên me yên Sûrê yên ku li gel wî di barîkatan de heta bi guleya xwe dayî  li ber xwe dane bi minetdarî bi bîr tînin. Em şervanên YPS’ê ku li gorî karekterê hevrê Ş. Çiyager bi dirûv bûne, em soz didin ku xeyalên hemû şehîdên xwe Kurdistana azad pêk bînin û tola wan hilînin.’’