YPS’ê têkildarî şerê 12’ê Tebaxa 2016’an daxuyanî da

Koordînasyona YPS’ê têkildarî şerê 12’ê Tebaxa 2016’an, ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qewimî û di encamê de 7 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dan, encamên lêkolîna xwe ragihand.

Koordînasyona YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Di têkoşîna berxwedana xwerêveberiya me de bi qasî berdêlên mezin ên ku bi berxwedana lehengî derketin holê, her wiha hin bûyerên wiha jî çêbûn ku hewceyî pê çêbû ku li ser wan were sekinandin û lêkolan. Yek ji van bûyerên wiha ku di şert û mercên şer de rû dayî û bi teqezî divê were ronîkirin, hesab were pirsîn û encam divê jê were derxistin jî bûyera şehîdbûna 7 hevalên me bû ku 12’ê Tebaxa 2016’an li Nisêbînê dema ku ji ser peywira xwe vedigeriyan şehîd bûbûn.

Em ji xwe re peywir dibînîn ku encamên vê bûyerê bi raya giştî re par ve bikin.

Di encama lêpirsînê de tespîta wê hatiye kirin ku hevalên me dema ku bi wesayitekê ji ser peywirê vedigerin di kolana Sakaryayê de ketine kemînekê. Li vir her 7 hevalên me jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Ji rengê şehîdbûna van hevalên me hatiye fêhmkirin ku kemîn li ber wan hatiye danîn, dijmin bi derfetên teknîk û guhdarîkirina derdorê agahiyên îstîxbarî bi dest xistiye û operasyon pêk aniye. Di vê bûyerê de ti xebateke sixûrî nîn e û bi dizîka kesek neketiye nav hevalên me.

Em careke din her heft hevalên xwe yên ku me berê jî navê wan ragihandibû bi bîr tînin, bi dilsoziya bi bîranînên wan em sonda xwe ya tolhildanê dubare dikin, em serxweşiyê didine malbatên wan û hemû gelê Kurdistanê.

Heft hevalên ku di bûyerê de şehîd bûne:

Agît Koçer- Yunus Aybek
Serdem Wedat- Alî Aydemîr
Rizgar Nusaybin- Ramazan Barlos
Firaz Cûdî - Doktor Acar
Evîn Sozdar- Emîne Yapacak
Şervan Nusaybin-Abdulrezzak
Binevş Serhat- Ayşe Karaca