YPS’ê têkildarî serdema bihurî daxuyaniyek da

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî hin bûyerên ku pêvajoya bihurî li Wan û derdora wê qewimîn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de agahiyên nasnameyan ên 5 endamên YPS’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin ragihandin.

Metna daxuyaniyê ya YPS’ê ku di malpera xwe ya fermî de weşandî wiha ye:

Em agahiyên hin çalakî û şehadetên ku ji hêla hêzên me YPS’ê ve pêk hatine û bûne mijara lêkolînê piştî lêpirsîn û agahiyên zelal bûyî, îro radigihînin.

Hêzên me YPS beriya niha endamê baskên ciwanan ê AKP’ê yê bi navê Selçûk Yagin ê li navçeya Bêgirî yê Wanê hişyar kiribû. Lê vî kesî guh neda hişyariyan û xebatên xwe domandin. Ji bo vê jî 25.10.2016’an saet 20.00’an hêzên me YPS bi bombeyan çalakiyek li dijî mala vî kesî kiriye. Di vê çalakiyê de ti kesek nemiriye û birîndar nebûye lê ziyana madî çêbûye.

Li bajarokê Çelebîbagê yê Erdîşa Wanê, 29.11.2016’an kesekî bi navê Ahmet Ataman li cem dijmin li ser yekîneyeke me daye. Çeteyên AKP’ê ku ev şexs jî di nav wan de bû bi ser malekê de girtin ku yekîneya me ya YPS’ê lê dima. Endamên me jî ji bo dayika bi navê Hediya Ataman ku li malê dima ziyanê nebîne xwest ji malê derxîne. Lê dijmin xwest bi bikaranîna vê dayikê bikeve hundirê malê. Li ser vê jî şer derketiye. Dijmin di vî şerî de dayika Hediye şehîd kir. Di vî şerî de berbiçav 3 endamên POH’ê hatin kuştin. Piştre endamên me bi sax û silamet ji vê malê derketine. Dijmin li gel ku cenazeyê dayika Hediye tê de jî bû mal şewitandiye.

Li gundê Tevla Dêrê ya Erdîşa Wanê, 02.12.2016’an dema ku 3 endamên me yên YPS’ê li ser peywirê bûn, li cem dijmin li ser wan dan. Ber nîvrokî saet 11.00’an dijmin bi ser gund de gritye û mala ku yekîneya me tê de bû dorpêç kiriye. Endamên me yên YPS’ê ji bo ku malbat ziyanê nebîne malbat ji malê derxistiye. Piştre li vir şer derketiye. Di vî şerî de her sê endamên me jî birîndar bûne. Endamên me yên bi navê Hamza û Kendal ku li vê derê birîndar bûbûn, ji bo ku di destê dijmin de nebin dîl xwe şehîd kirine. Endamê me yê bi navê Xebat ji ber ku bi giranî birîndar bûye û ji hiş çûye dîl bûye. Dijmin şervanê me yê bi navê Xebat rakiriye nexweşxanê û xwestiye jê agahiyê werbigire. Hevalê me yê bi navê Xebat Andok li dijî dijmin rabûye û agahî nedaye. Dijmin êşkence li hevalê me Xebat Andok kiriye û ew şehîd kiriye.

Agahiyên sicîlê yê endmaên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Hamza Berman
Nav Paşnav: Suheyl Kızılkaya
Navê Dê: Rahime
Navê Bav: Faruk
Cihê Bûyinê: Mûş-Qop
Tevlêbûn: 2012 
Dema Şehîdbûne: 02-12-2016 Wan/Erdîş

Nasnav: Kendal Munzur

Nasnav: Xebat Andok
Nav Paşnav: Mehmet Doldoş
Navê Dê: Servet
Navê Bav: Guney
Dem û Cihê Bûyinê: 13.07.1995 Denizlî
Tevlêbûn: 2015
Dema Şehîdbûne: 02-12-2016 Wan/Erdîş

30’ê Adarê li taxa Salihiye ya Wan Erdîşê ji bo ku li ser yekîneyeke me dabûn dijmin cihê yekîneyeke me tespît kiriye. Endamên me li vir ji hêla dijmin ve dora wan hatiye pêçan û şer kirine. Vî şerî nêzî 3 saetan dom kir. Di vî şerî de 2 POH hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Di vî şerî de 2 endamên me yên YPS’ê şehîd bûne.

Agahiyên Sicîlê yên endamên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Rojhat Xwînrêj
Nav Paşnav: Sezgin Cengîz
Navê Dê: Bedîa
Navê Bav: Enver
Dem û Cihê Bûyinê: 1994 Wan-Erdîş
Tevlêbûn: 2014
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 30-03-2017 Wan-Erdîş

Nasnsav: Ozgur Serhat
Nav Paşnav: Ferhat Dağ
Navê Dê: Zennure
Navê Bav: Husnu
Dem û Cihê Bûyinê: 10.10.1992 Wan-Erdîş
Tevlêbûn: 2014
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 30-03-2017 Wan-Erdîş
 
Hêzên me yên YPS’ê li Erdîş, Wanê kesekî bi navê Adem Şahîn, 27’ê Adara 2017’an ji ber ku gelê welatparêz dide girtin, bi şantajê xebatên sîxûriyê dikir binçav kiriye. Kesê ku hatî binçavkirin di lêpirsînê li xwe mikur hatiye ku xebatên kontra kiriye. Ev kes 27’ê Adarê ji hêla tîma Tolhildêr a Şehîd Kendal ve hatiye cezakirin.

Li gundê Exte ya Erdîşê ya Wanê û derdorê 27’ê Gulanê saet 22.30’î hêzên dijmin operasyonek li dar xistine. Dijmin li gundê Exte kemîn daniye. Endamên me yên YPS’ê bi vê kemînê derxistine û ji 5 metro dûr li dijmin xistine. Li vir bi zelalî ji dijmin 3 kes mirine û 1 jê jî bi girandarî birîndar bûye. Dijmin bi ambûlansan birîndarê xwe rakirine nexweşxaneyê.

Lînka daxuyaniyê:  http://yps-online.com/tr/2017/06/yurtsever-halkimiza-ve-kamuoyuna-4/