YPS’ê li Cizîrê li wesayîta zirxî ya polîsan da

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Yavûzel a YPS’ê di 11’ê Hezîranê de li Cizîrê bi molotofan li wesayîta zirxî ya polîsan da.

Li gorî daxuyaniya YPS’ê “Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Yavûzel a YPS’ê di 11’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de li Taxa Cûdî ya Cizîrê bi molotofan li wesayîta zirxî ya polîsên tevgera taybet” da.

YPS’ê diyar kir ku “Wesayîta zirxî şewitiye. Di encama çalakiyê de hejmara polîsên birîndar û mirî nehatine tespîtkirin û ji ber tirsê polîsan gule li derdorê reşandine.”

YPS’ê diyar kir ku endamên wan ên Yekîneya Tolhildanê bi selametî ji qadê derketine û got, “Em ê bodrûmên Cizîrê ji bîr nekin. Wê ruhê fedaî yê li Cizîr, Sûr, Silopî, Şirnex, Nisêbîn, Hezex û Geverê hesab ji dewleta Tirk bipirse. Em YPS û YPS-JIN diyar dikin ku li dijî mêtingerî û sîxuran em ê di çarçoveya pêngava tolhildanê de li her derê tola xwe bistînin.”