YPS’ê, çalakiya li Cizîrê girt ser xwe

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, çalakiya li dijî polîsên Tirk a li  navçeya Cizîr a Şirnexê hate lidarxistin, girte ser xwe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Giştî ya  Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ve hate dayîn, di çalakiya bombeyî ya şeva 27’ê Gulanê hate lidarxistin de, polîsên hatine kuştin û birîndar hene.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên YPS’ê, 27’ê Gulanê nuqteya polîsan a li Çerxerêya Dor Yolê ya Taxa Nûr a Cizîrê kirin hedef, bi bombeyên bi bandor û deng li dijî nuqteyê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên polîsan hene, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans sewqî nuqteya polîsan hatin kirin. Her wiha çeteyên girêdayî AKP’ê piştî çalakiyê û şûnde Taxa Nûr dorpêç kirin û avêtin ser malan.”