Rêvebera Mala Jinê Meyesa Tîccîh a bi eslê xwe Tirkmen ku piştî êrîşên li ser Helebê dijwar bû û şûnde berê xwe da Şêx Meqsûd a di bin kontrola YPG/YPJ’ê de, anî ziman ku şer di nava gelan de rê li ber ziyanên mezin vekir.
ANF/MAHÎR YILMAZKAYA/DARAV ALA
HELEB
şemî, 4 reşemiyê 2017, 07:03
Tîccîh diyar kir ku piştî şerê ku ji sala 2011’an û şûnde şer geş bû din ava gelê Kurd, Tirk, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Sûryanî û gelên din û baweriyên cuda de rê li ber ziyanên demdirêj vekir. Tîccîh bal kişand ser rêzdarî û girêdana heskirinê ya din ava gelan de û wiha got: “Em hemû biran e. Divê em bi êşên hev kêfxweş nebin. Divê em bi êşên hev bigirîn, şînê bikin. Li ser bingehê wekheviyê nêzî hev bibin, heskirin û rêzdariya di nava xwe de bi hêz bikin.” Rêvebera Mala Jinê Tîccîh diyar kir ku enceq bi vî awayî em dikarin ziyanên şer ên ku rê li ber ziyanên mezin û demdirêj vekirin bi dawî bikin.
Rêvebera Mala Jinê a Şêx Meqsûd Meyesa Tîccîh Tirkmen serboriya xwe ji ANF’ê re vegot.
Ev demekî bi qasî 6 salane şer li Sûriyeyê dewam dike. Yek ji navanda van şeran Heleb e, yek ji gelê ku şer ziyanên mezin dane gelê Tirkmene, Tirkmenna di vî şerî de çi jiyan kir?
Piştî şerê ku ji sala 2011’an û şûnde şer geş bû din ava gelê Kurd, Tirk, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Sûryanî û gelên din û baweriyên cuda de rê li ber ziyanên demdirêj vekir. Armanca wan di nava gelan de şer derbixin bû. Di vê aramanca xwe de bi temamî bi ser neket.
Tirkmenan jî kêm zêd ji vî şerî para xwe girtin. Ji beriya niha herêma ku em lê dijî li Helebê, cihekî nêzî taxên Rojhilatê Helebê bû. Taxa me piştî serhildanên destpêka 2011’an û şûnde destpêkê kete bin dagirkeriya komên biçek û piştre jî kete bi dagirkeriya çeteyênb SÛK’ê yên ku îro dewleta Tirk wan piştgirî dike.
Piştî ku taxa me kete bin dagirkeriya çeteyên SÛK’ê de xwestin ku li gorî dîtina xwe gel bêxin di çarçoveyekê de. Lê me ev ji destpêkê ve red kir. Li ser redkirina me çeteyên SÛK’ê dest bi zextên dijwar kirin. Bi zorê em ji mal û taxên me dan koçkirin. Dest danî ser mal û hemû alavên bi nirx yên malê de.
Ji ber ku em li dijî vê derketibûn em bi kuştin gef kirin. Jixwe gelek caran jî di nava xwe de jî şer dikirin. Ev şer jî ji ber tiştên gel ên ku bi zorê desteser dikirin û di nava xwe de li ser parvekirinê li hev nedikirin bû. Piştî demekê ev rewş vegeriya şer. Li ser vê re jî êrîşên dewleta Sûriyeyê jî lê zêde bû û ruhê me bi tememî kete xeteriyê.
YPG/YPJ Û GELÊ KURD DERIYÊ XWE JI ME RE VEKIR
Dema ku em ji şer reviyan me berê xwe da Şêx Mesûdê. Me li Helebê ya ku ji 2012’an û vir ve weke navend şer têkoşîna jiyanê kir. Mirovên me birsî, tî man û hatin sirgûnkirin, hatin êşkencekirin û qirkirin.
Eger ku gelê şervanên YPG/YPJ û gelê Kurd nebûyan em ê hemû bi êşkence û qetlîaman ve bihatiban qetilkirin. Ez û malbata xwe bi rojan birsî man, tî man. Lê şervanên YPG/YPJ û gelê Kurd deriyên xwe ji me re vekir. Gelê Şêx Meqsûdê mal, betenî, nanê xwe û ava xwe bi me re parve kirin.
Dewleta Tirk û rêveberên wan her gava ku ber bi Sûriyeyê ve davêtin xwestin ku gelê Tirkmen ji bo xwe bi kar bînin. Derket holê ku di bin navê alîkarî ji bo Tirkmenan birinê di TIR’ên wan de çek û cebilxane ji bo DAIŞ’ê û çeteyên SÛK’ê dibirin. Tirkmen li ser vê mijarê çi dibêjin.
Dewleta Tirk dixwaze li ser gelê Tirkmenan li Sûriyeyê polîtîkayên xwe yên Osmaniyan pêk bîne. Li ser vê armancê li ser navê Tirkmenan û SÛK’ê Tugaya Sûltan Mûrat, Liwa Hemze, Eniya Tikmen a Sûriyeyê û komên cuda her carê alîkarî kir.
Dewleta Tirk ji destpêka şer ve vê yekê dike. AKP/Erdogan ji destpêka şer ve ji bo van komên çeteyan TIR’ên tijî çek û cebilxane dişand. Îro jî hê dişîne. Cerablûs, El Raî û herêma Babê dagir û êrş li ser dikin. Dewleta Tirk îro jî bi vekirî piştgirî dide çeteyan û çek, cebilxane û alavên lojîstîkî dike.
Tirkmenan heta niha di nava gelên Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Suryan û gelên cuda û baweriyên cuda de nekiriye. Nake jî, Her çiqasî AKP/Erdogan di destpêka şer de xwest vê yekê bike jî weke Tirkmen em nebûn alîgirê vê.
SÛLTAN MÛRAT Û ÇETEYÊN WEKÎ WÊ TIRKMENAN NAPARÊZE
Ji berk u Tirkmenên Sûriyeyê ji bo polîtîkayên dewleta Tirk xizmet nekirin ji destpêka şer ve terkî qedera wan hate kirin.
Dewleta Tirk gelê Tirkmen bi kar anî û piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê û SÛK’ê. Bi taybet Tugaya Sûltan Mûrat ji aliyê Tirkiyeyê û MÎT’ê ve hate piştgirîkirin.
Li gel vê jî komên Liwa Hemze, Eniya Tirkmenên Sûriyeyê jî hene. Tûgaya Sûltan Mûrat di serî de hemû komên çeteyan Tirkmenan naparêzin. Jixwe ev kon ne Tirkmen in jî. Van kom ji ber gelek Tirkmenên ku serî li ber wan ne tewandin serê wan lê da. Gelek Tirkmen jî hatin sirgûnkirin, êşkencekirin. Mal, xak û jinên wan hatin desteserkirin.
Dewleta Tirk heta roja îro di bin navê alîkarikirina Tirkmenan de li bin sedan pêkanînên qirêj îmzeya xwe kir û hê jî dike. Di vê mijarê de Tirkmen çi dibêjin?
Dewleta Tirk êdî dixwaze li Sûriyeyê li ser gelên Tirkmen polîtîkayên xwe yên Osamanî bixîne meryetê.
Em weke Tirkmen nebû alîgirê vê û nabîn jî. Dewleta Tirk di bin navê alîkarîkirina Tirkmenan de alîkarî dan çeteyên SÛK’ê û DAIŞ’ê, kîn û nefret xiste nava galan de.
Ev jî hêla di nava gelan de rê li ber birînên kûr û neyên pêçan vekir. Baweriya gelan a di navbera yek de şikand. Divê êdî dewleta Tirk dev ji van lîstikan berde. Gelê Tirkmen rehet berdin. Dev ji talankirina mal û xakên Tirkmenan berdin.
YEKANA DAXWAZA ME JIYANEKÎ AZAD E
Gelê Tirkmen jî dixwaze mîna gelê Kurd di nava xaka Sûriyeyê de bibe pirek. Em weke hemû gel bi awayekî wekhev jiyanê diparêzin û dixwazin.
Em tiştekê tenê jî ji kesê naxwazin. Me bi rehet berdin. Em Sûriyeyekî aram, bi ewle kû ku hemû gel bi awayekî wekhev, azad û demokratîk bijîn dixwazin. Em dixwazin hemû xaka Sûriyeyê ji çeteyên DIAŞ’ê û SÛK’ê bên paqijkirin û ji bo vê jî çi bê xwstin amade me.
Divê dewleta Tirk rêz bide gelên Ereb, Kurd, Ermenî, Çerkez û baweriyên cuda yên li ser bigeha wekhevî, azdî û demokrasiyê.
Ev demekî dirêje ku hûn li Şêx Meqsûdê dijîn. Weke hûn jî dizanin ku Şêx Meqsûd qasî 6 salan di bin ambargo û dorpêça çeteyan de ma. We li Şêx Meqsûdê şahidiya çi ki?
Li Şêx Meqsûdê min gelek şahidî ji tiştên xwe û bi êş re kir. Mînak şahidî ji têkoşîna mirovan a dorpêçê û li dijî ambargoyê berxwedana mezin kirin.
Ya ku herî zêde ez jê bandor bûn şerê jinên Kurdê ya bêtirs li dijî çeteyên DAIŞ’ê û SÛK’ê bû. Bûm şahidê jinên Kurd bê tirs li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya ku bi navê xwe bajar vala kir, li dijî çeteyên SÛK’ê yên ku jinê tine dihesibîne û koletiyê dispêre wê bûm şer kir û xak û rûmeta xwe parstin.
Her kes baş dizane li Rojhilata Navîn jin di temenê biçûk de tê vejînkirin. Zarokan tînin dinyayê. Naxebitin. Li malê dimînin û zarokan xwedî dike, cil û firxan dişûn. Di Rojhilata Navîn de rola jinê bi temamî ev e.
Lê, helwesta jina Kurd a ku derxistî pêş ez pir bandor kirim û di min de jî hêla ku gûherîn û vegûherîn çêbibe.
LI ŞÊX MEQSÛDÊ XWESTIN BIRATIYA GELAN TINE BIKIN
Dîsa bûm şahidê li Şêx Meqsûdê çanda piştgiyra di nava gelan û biratiya gelan û bûm şahidê berxwedan hemû kesên ji 7 salî heta 70 salî ya di bin navê parastina piştgirî û yekîtiya gelan de li dijî hemû êrîşan.
Şêx Meqsûd bi qasî 6 salan di bin ambargo û dorpêçekî dijwar de ma. Dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê di tevahiya 6 salan de belkî bi sedan car êrîşî Şêx Meqsûd kir. Xwestin ku Şêx Meqsûdê dagir bikin. Xwestin li Şêx Meqsûdê piştgirî û girêdana biratiyê ya din ava gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermen û baweriyên civaka cuda de tine bikin.
Lê nekarîn yekîtî û piştgiriya di nava gelan de tine bike. Di dawiyê de çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê di dîroka Helebê de navê wan di lapera lenetê de hatin nivîsandin û cih girtin. Yên ku bi ser ketin li dîrok navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin bû gelên berxwedêr.
Niha li Şêx Meqsûdê weke jinekî Tirkmen, weke rêvebera Mala Jinê erka xwe birêve dibî. Ev ji bo we tê çi wateyê? Di mala Jinê de xebatên çawa didin meşandin.?
Ji bo jinên ku zarok, hevjîn, xûşt, bav û dayîkên xwe di şer de winda kirine xebat didin meşandin. Li Helebê bi dehan jin bi saya Mala Jinê perwerdehiyê dibînin û hewl didin ji bandorên şer çi fîzkî û derûnî rizgar bibin. Ji bo pirsgirêkên jinan ên wek cihê lê mayînê û jinên ku cihê wan nîne çareser dikin. Li gel vê jî perwedehiya fêrî xwendin û nivîsnadinê jî tê dayîn.
Jin ji keça bav, ji xuşka bira û hevjîna mêrê xwe hê zêdetir jin e. Ne tenê erka jinê anîna dinê ya zarokan, rûniştin di malê de û şûştina firaxa ne. Bi saya xebata jina Kurd a derxistî jin ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Ez jî yek ji vanim.
Herî dawî peyama te ya ji bo gelan çiye?
Bangekî min ji bo Tirkmenên ku ketin lîstina dewleta Tirk û birayên xwe yên ku ji ber şert û mercên şer koçî Tirkyeyê kirine heye.
Yên ku ketin lîstika dewleta Tirkiye li Sûriyeyê ji derveyî êşên giran û hilweşînê çi bi xwe re anî? Ji derveyî kîn û nefret ali dijî gelê Tirkmen çi çêbû? Dewleta Tirk we ji bo xwe bi kar tîne. Ti kes ji we ne ji desthilata AKP’ê û Serokkomariya Erdogan neçêtirin. Çeka xwe ne li dijî gelê mezlûm li dijî zaliman bi kar bîni.
Birayên me yên Tirkmen ên ku çûne Tirkiyeyê vegerin li ser xaka xwe. Ji bo hemû gelê wekhev û bi awayekî azad û demokrat li Sûriyeyê bijîn, tişta ku bikeve li ser milan bike. Hê pir direng neketiye werin mil bidin milên gelên Sûriyeyê.