YPG: Şêwirmendên me yên li Minbicê karê xwe kir, em wan vekişînin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku şêwirmendên wan ên leşkerî yên ji bo perwerdekirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmê bûn, erk û wezîfeya xwe qedandine û wan biryar dane ku wan ji Minbicê vekişînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser şêwirmendên xwe yên leşkerî yên li Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan biryara vekişandina wan dane.

Di daxuyaniya fermandariya YPG'ê de hate bibîrxistin, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çaryeka destpêkê ya sala 2016'an de ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAÎŞ'ê bang li hêzên wan kirine û wan jî di çarçoveya lihevkirinên bi hêzên herêmî û navdewletî re wan bersiv dane vê bangwaziyê.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya stratejiya giştî ya YPG'ê ya dijî terorê de, wan 1'ê Hezîrana 2016'an dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kirin û di encama pêngaveke ji 2 mehan, bajar ji terorîstan hate paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev serketin bi dayina şehîdên leheng pêk hatiye û hate gotin, "Ev berxwedan û fedakarî bi daxuyaniya rizgarkirina Minbicê ya 15'ê Tebaxa 2016'an tacîdar bûye."

PIŞTÎ RIZGARKIRINA MINBICÊ, EWLEKARIYA BAJÊR RADESTÎ MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ HATE KIRIN

Fermandariyê ragihand, piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat û hêzênw an 16'ê Mijdara 2016'an ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Fermandariyê bi bîr xist ku bi dayina daxuyaniyeke fermî wan hêzên xwe ji bajêr vekişandine û ev merasîma vekişînê jî ji aliyê televîzyon û saziyên çapemeniyê ve hatiye weşandin.

MECLÎSA LEŞKERÎ GIHÎŞT ASTA KU DIHAT XWESTIN, ME ŞÊWIRMENDÊN XWE YÊN LEŞKERÎ VEDIKIŞÎNIN

Di dewama daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, "Li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên me bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me ji aliyê perwerdeyê ve alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir. Ev bi awayekî koordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê hata dema amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwerdeyê de rêveberiya xwe bike. Lewma Fermandariya Giştî ya YPG'ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da."

'TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ TERORÊ WÊ DEWAM BIKE, PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê LI GEL XIZMÊN XWE YÊN MINBICÊ BIN'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Em weke hêzên YPG'ê ji raya giştî û gelê xwe yê Minbicê re teqez dikin ku têkoşîn û fedekariya me beşek ji erka me ya rizgarkirina welatiyan ji terorîstên DAÎŞ'ê pêk hatiye ku xeteriyek mezin li ser tevahî mirovahiyê ye. Ji bo em erka xwe bidomînin, nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî terorîstan bidomînin. Em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bînin. Di heman demê de em teqez dikin ku eger pêwîstî pê hebe, wê hêzên me banga xizmên me yên Minbicê derhal pêk bînin."