YNK: PDK hewl dide dengê me li Behdînanê bibire

Rêveberiya YNK'ê ya Amediyê ragihand, ku PDK bi binçavkirina endamên wan re hewl dide dengê wan li herêma Behdînanê bibire.

Piştî ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li herêma Beyhdînanê rêveberên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) binçav kir, di navbera her du partiyan de alozî derket, ku hê jî dewam dike.

Rêveberiya YNK'ê ya Amediyê daxuyaniyek da û diyar kir, roja 28'ê Gulanê du rêveberên wan bi îdîaya "qaçaxçitî kirine" ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo zextê van endamên me bikin, senaryoyeke bi vî rengî amade kirine."

Rêveberiya YNK'ê ya Amediyê diyar kir, hemû bendên kontrolê yên li herêmê di kontrola PDK'ê de ne û wiha dewam kir: "Asayîşa Duhokê, rêveberê partiya me Hogir Selîm bi qaçaxçitiyê sûcdar dike. Em vê yekê red dikin. PDK bi rêya vê sûcdariyê dixwaze polîtîkaya xwe ya zext û zordariyê binixumîne."

Rêveberiya YNK'ê ya Amediyê da zanîn, temamiya herêma Behdînanê di kontrola rêveberiya PDK'ê de ye û beşek berpirsyarên PDK'ê yên li vê herêmê bi karê qaçaxçitiyê radibin. Rêveberiyê got, "PDk, ev demeke li herêma Behdînanê bi taybetî li Amediyê, zexteke giran li dilxwazên azadiyê dike. PDK'ê bi senaryoyên bi heman rengî li Amediyê, Akrê, berdereş û Diyanertê gelek kadroyên me binçav kiriye."

roja 28'ê Gulanê, du YNK'yî ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn binçavkirin û piştî rojekê hatibûn berdan. Binçavkiriyan dan xuaykirin ku ew bi sûcdariyên ti eleqeyan pê nîne hatine sûcdarkirin û helwesteke xerab li hemberî wan hatiye nîşandan.

Asayîşa Duhokê jî, ku YNK nerazîbûn nîşanî wê da, îdîa kir ku kesên navborî ji ber "qaçaxçitiyê hatine binçavkirin."