YNK amade ye bibe navbeynkar

Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkerî ye û destnîşan kir, ji bo pêşîgirtina li şerekî nava Kurdan ew amade ne bibin navbeynkar.

Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah ji Rojnewsê re axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk dagirkerî ye û bal kişand ser daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ên li ser peymana Lozanê ku bi dawî dibe.

Di destpêkê de Arêz Ebdullah işaret bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir û got; “Dewleta Tirk bi rêya Erdogan, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirk bi eşkere dibêjin ku piştî peymana Lozanê bi dawî hat, ew ê desthilat û xaka dewleta xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirk wilayeta Musilê ku Başûrê Kurdistanê jî digre nava xwe mîna berê vegerîne ser xaka Tirkiyeyê."

Arêz Ebdullah da zanîn dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe pêk bîne, hebûna PKK’ê li nava xaka Başûr ji xwe re wek behane nîşan dide û wiha domand; "Mane PKK li çiyayê Başîka nîne, Tirkiye çima li wê derê baregeha xwe ya leşkerî daniye? Ji bona wê her kesek wisan bi fikire ku sedema hatina dewleta Tirk PKK ye, ew xelete. Ji ber ku dewleta Tirk berê xwe bide ku derê ew der dagir dike."

Arêz Ebdullah got: "Gotinên min ji bo siberoj û dîrokê bila bimînin, ez dibêjim wê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Ger PKK jî li sînoran vekişe wê êdî Tirkiye venegere û bi nêta dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye. Xwezî PDK’ê jî vê fikra xwe bi guhertiba û wisa ne fikirîba ku PKK sedema dagirkeriya dewleta Tirk."

Endamê Serkirdayatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, amadebûna YNK’ê ji bo navbeynkariya navbera PKK’ê û PDK’ê re nîşanda û diyar kir, ku YNK li dijî şerê Kurd bi Kurd disekine.

Her wiha Ebdullah daxwaz ji hikumeta Tirk kir ku siyaseta xwe di ber çav re derbas bike û li gel Gelê Kurd bi diyologê pirsgirêkê çareser bike.

Têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ku çekdarên xwe ber bi qadên gerîla ve dişîne jî Arêz Ebdullah wiha axivî; “Li gorî yasayên heyî yên Herêma Kurdistanê, pêşmerge dikare here hemû cihek, ji Zaxo bigre ta Qendîl, Xakurkê û Sîdekan. Lê ne YNK ne jî Wezareta Pêşmerge haya wê ji vê tevgera hêzên ku ji bo van cihan tê şandin, nîne. Di vê demê de şandina hêzê ji bo van deveran wisa tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirk çûne van deveran. Lê ger ev hêz ji beriya êrişên Tirkiyeyê, yan jî piştî bi dawî hatina şer çûban deverê wê bi awayek din bihatana nirxandin."

Di dawiyê de jî Arêz Ebdullah ev bang kir; "Pêwîste di navbera PKK’ê û PDK’ê de ji hev famkirinek çêbibe. Bila PKK rewşa Başûrê Kurdistanê li berçav bigre û PDK jî PKK’ê wek behaneya dagirkeriya Tirk nîşan nede. Bila bi giftugoyê nakokiyên heyî çareser bikin. Ji ber ku Tirkiye pilanek metirsîdar heye, dixwaze xwe bigihîne Qendîl û tevayî cihên din ên Kurdistanê."