YJŞ: Li dijî komployê em ê têkoşîna xwe geş bikin

YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku wê bi geşkirina têkoşînê bersivê bidin hêzên komploger.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi mabesta salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de Fermandariya YJŞ'ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dike û şehîdên pengava 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi bîr tîne. 

Di dewama daxuyaniyê de Fermandariya YJŞ'ê diyar dike ku hêzên hegemon bi komployê xwestin xeyalên azadiyê yên gelan û vîna wan tine bikin û wiha didome:

"Bi pêşengtiya jinê têkoşîna jiyana azad kêlî bi kêlî mezin bûye û hegemonyaya ku bi van êrişan encam negirtiye, bi şêwazên cûda xwestiye armancên xwe pêk bîne. Çalakiyên di salên destpêkê yên komployê de, yên ku gel bedena xwe da ber agir, nîşan didin ku ti hêzên komploger wê ti carî nikaribin li pêşiya vîna gel bibin astengî. Ya rastî Rêber Apo bi paradîgmaya neteweya demokratîk ev komploya hêzên faşist û komploger ên navnetewî pûç kir. 

Hêzên navneteweyî yên faşîst ji ber ku komplo bi ser neket, polîtîkayên îmha û înkara giştî xistin dewrê de. Ev êriş dewama komploya navneteweyî ye. Êrişên di bin navê DAIŞ’ê de pêk tê, hê jî li hin qadan dewam dikin. Ev êrîşên li hember Rojava, Şengal û Iraqê hate kirin bi berxwedana şervanên azadiyê hatin pûçkirin. Faşîzma AKP'ê bi awayekî herî dijwar êrîşî Rêber Apo û tevahiya Kurdistanê dike. Hewldana dagirkeriya wê ya Efrînê jî berdewama komployê ye.

Di fermana sala 2014'an de me bedelên giran da. Piştî fermanê me xwe di çarçoveya felsefeya azadiya jinê û jiyana azad a Rêber APO de xwe birêxistin kir. Bi vî awayî me pîvanên jiyana nû û azad nas kirin. Bi pejirandina vê felsefe û bîrdozoyê de me jinên Êzîdî, hemû jin û gelên Iraqê jiyaneke azad bidest xist."

Fermandariya YJŞ'ê diyar dike ke ew ê erka dikeve ser milên xwe pêk bînin û bi vî awayî komploya navnetewî pûç bikin. Daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî dike: "Em jinên Êzîdî yên li ser bingeha felsefeya Rêber Apo li ser esasê azadîxwaziya jinê xwe birêxistin kirine, em ê li hember komploya navneteweyî têkoşîna xwe hê zêdetir xurt bikin. Ew ala têkoşînê ya ku me ji Zîlan, Berîvan, Delal, Avesta, Barîn û Rojhatan hilgirtiye, ber bi serketinê ve û ber bi siberoja azad, hevdîtina bi Rêbertî re bibin."