Yekîneyên Tolhildanê li Wan- Amedê çalakî kirin-NÛ BÛ

 Yekîneyên Tolhildanê li Wanê di 13-14’ê Kanûnê de çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Baran Dersim, li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê ev got: “Ruhê berxwedanê yê Rojava ruhê Apoyî ye. Li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma ‘hûn nikarin Roja me tarî bikin’ ruhê bersiv dayînê ye. Ti komployek li dijî gelê Kurd têkoşîna azadiyê nade sekinandin.

13’ê Kanûnê li herêma Elmali ya Ertemêtan a Wanê dema derbasbûna dijim çalakiyek sabotajê pêk hat. Di çalakiyê de wesayîta dijmin qelibî, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran a dijmin agahiyên zelal nehatin girtin.

15’ê Kanûnê li herêma Xaçort a Rêya Ermûş hêzên dijmin ên li ser ixbara diziyê hatin herêmê çalakiyeke bi bombeyên destan pêk hat. Her wiha bi saetan li gel yekîneyên bi hewarê jî hatin şer rûdaye, bi dorpêçkirina taxê yekîneyên me bê ku ziyan bibînin derketine.”

AMED

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed a daxuyaniyek nivîsk da, diyar kir ku li dijî polîsên Tirk ên li dibistaneke semta Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr a Amedê çalakiyek kirine. Yekîneya Tolhildanê 19’ê Kanûnê bi bombeyên deng û guleyên hewayî çalakî kirine.