Yekîneyên tolhildanê hişyar kirin

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên rojên dawî eşkere kir. Yekîneyên Tolhildanê dewleta Tirk hişyar kirin û gotin, "Heta ku agahiyeke pêbawer ji Îmraliyê werbigirin me biryar dan ku çalakiyên xwe zêde bikin."

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Baran Dersim daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê baş bê zanîn ku Îmrali cihekî ji rêzê nîne. Îradeya azadiyê ya gelê Kurd, gelan û bindestan Rêber Apo li wir e. Lewma nêzîkatiyeke ji rêzê nabe. Her tiştên li wir diqewimin xwedî wateyeke siyasî û îdeolojîk in. Felaketeke li wir biqewime wê TC a faşîst bişewitîne û bi dawî bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wan biryar dane, heta agahiyeke pêbawer ji Îmraliyê werbigire wê çalakiyên xwe zêde bikin û hate gotin, "Em ê bi şiyara 'Jiyaneke bêyî Rêbertî nabe' li qadan bin."

ÇALAKÎ

Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku rojên dawî hatin lidarxistin wiha ye:

WAN

"20'ê Adarê roja Înê li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, kontrayên dijmin ên ku xwestin agirê Newrozê vemirînin, beriya ku xwe bigihînin taxê bûn hedefa yekîneyên me yên xweparastinê. Piştî ku bi teqemeniyan li wan hate xistin li du nuqteyan li dijî dagirkeran şer qewimî. Hêzên dagirker bêyî encamê werbigirin vekişiyan. Heman şevê yekîneyên me li 21 nuqteyên sê navçeyên navendî yên Wanê agirê Newrozê hate dadan.

20'ê Adarê li Tûşbayê li taxên Îskele û Yaliyê du wesayitên polîsekî û cerdevanekî hatin şewitandin û agirê Newrozê hate geşkirin.

23'ê Adarê li dijî qereqola polîsan a li Sixê ya Rêya Armûşê bi çekan çalakiyek hate kirin. Hejmara polîsên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

AMED

20'ê Adarê li 3 navçeyên navendî yên Amedê li 21 nuqteyan agirê Newrozê hate dadan. Li Baglar û Bismilê li dijî dijmin şer hate kirin. Bi fîşekên hewayî welê li dijmin hate kirin ku vegere.

22'ê Adarê li navçeya Peyasê ya Amedê bi teqemeniyan derb li wesayita polîsan a fermî hate xistin.

23'ê Adarê li navçeya Sûrê li dijî restoranteke ku xwarin dida polîsên dagirker, yekîneyên me çalakî kirin.

STENBOL

19'ê Adarê li navçeya Esenler a Stenbolê kargeheke hevkarên AKP a faşîst hate şewitandin.

18'ê Adarê li Sûltanybelî ya Stenbolê wesayiteke luks a rêveberekî navçeyê yê AKP'î hate şewitandin. Heman şevê mînîbusa li 2 xetan a ji bo sîstema faşîst dixebitî ji aliyê yekîneyên ve hate şewitandin."