Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo çalakiyeke din kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo di 15’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo di 15’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi çekên giran li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kir.

Hate diyarkirin di çalakiyê de roketên ku avêtine li hedefê ketine û derbarê mirî û birîndarên dewleta Tirk agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Hate diyarkirin piştî çalakiyê leşkerên Tirk ên dagirker ketine panîkê û gule li derdorê reşandine.