Yekîneya Tolhildanê li Wanê bi çalakiyekê dengê xwe lê kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran li Wanê li dijî şexsekî çalakiyek kir û dengê xwe lê kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran îro bi daxuyaniyeke niviskî tekilî çalakiya li Wanê agahî da.

'Ê KU ME DENGÊ XWE LI WAN KIR Û GUH NEDÊ VÊ WÊ WERE CEZAKIRIN'

Daxuyanî wiha ye:

''17.12.2019'an li navçeya Rêya Ermûşê, li taxa Sihkê bi bomeyeke bi destan çêkirî bi mebesta ku dengê xwe lê bikin, yekîneyên me çalakiyek bombeyî li dijî mala Mesût Varhan çêkirine. Kesê bi navê Mesût Varhan di ser nirxên me yên partî û welatparêziyê xwe dide jiyîn, îxanetê li van nirxan dike û xizmetê ji dijmin re dike. Li gel ku beriya niha bi gotinan yekîneyên me dengê xwe lê kirine jî, guh nedaye û herî dawî bi vê çalakiyê dengê xwe lê kirine. Heke dîsa guh nede, vê carê wê cezayê hewce lê were birîn.

Kesên ku li Kurdistanê heqaretê li partiyê û nirxên wê dike, xizmetê ji dijmin re dike li van xakan mafê wan ê jiyanê nîne. Bes xizmetê ji pergala faşîst a AKP-MHP'ê re bikin, hêviyê ji wan nekin û li rastiya xwe vegerin.''