Yek ji 12 siwariyan: Gerîla xwe ji çiyayên azad berdan Şengalê
Gerîla Viyan Mazlûm yek ji wan 12 Siwariyên Derwêşê Evdî ye ku rê nedan komkujiyeke mezintir li Şengalê çêbibe. Viyan Mazlûm qala fermanê û berxwedana 12 siwariyan kir.
Gerîla Viyan Mazlûm yek ji wan 12 Siwariyên Derwêşê Evdî ye ku rê nedan komkujiyeke mezintir li Şengalê çêbibe. Viyan Mazlûm qala fermanê û berxwedana 12 siwariyan kir.
Gerîlaya jin bi navê kod Viyan Mazlûm, di sala 1992’an de li bajarê Kobanê yê ku bi berxwedanê xwe tê naskirin, ji dayik dibe. Bi mebesta 'hebûna dijmin li Kurdistanê heqaretek mezin e', lêgerînên Viyan yên azadiyê her ku diçe mezin dibin. Viyan di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla dibe û sala 2014’an di nava dozdeh Siwariyên Derwêşê Evdî de cih digire. Gerîla Viyan çîroka xwe ya 12 Siwariyan ji ajansa me ANF’ê re vedibêje:
"PDK daxwaza me ya alikariyê ya bi mebesta ku em bi hev re mil bi mil şer bikin red kir û her wiha, dema ku hevalên me xwestin ku derbas bibin astengî derxistin. Ev jî bû faktoreke mezin ku cara 74’an civaka me ya Êzidî were qirkirinû Şengal bibe navenda êş û azarên ku neyê jibîrkirin."
Piştî ku Mûsil bi giştî kete bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de, piştî hin lihevkirinan û hesabên takekesî hatin kirin, PKK’ê pêşbiniya wê kir û got di be ku êrîşeke giran bi ser Şegalê de bînin, ji bo vê jî 12 gerîla hatin şandin.
Viyan da zanîn ku wan xwe ji çiyayên azad berdane xwarê û bi awayekî veşartî derbasî Şengalê bûn. Ji ber astengiyên heyî 4 rojan li ser sînor man, lewra ew bi derengî ketine Şengalê.
LI ŞENGALÊ GAVÊN DESTPÊKÊ
Mazlûm da zanîn ku tevî astengiyên heyî jî wan cihê xwe di nava dilê Êzidiyan de çêkir û got, "Vê jî kir ku bi me bawer bin. Me di destpêkê de xwest, li dijî gefên li ser Şengalê, gel amade bikin. Ji ber ku di destpêkê de me civaka Êzidî baş nas nedikir, li gorî dilê xwe em nikarîbûn bixebitin."
Mazlûm axaftina xwe dewam kir û got : "Me weke 12 Siwariyên Derwêşê Evdî, me koma xwe di nav xwe de dabeş kir. Ji bo ku em bikaribin gel amade bikin û dest bi xebatên perwerdehiya ciwanan bikin, em bûne 3 kom û her komek jî ji 4 hevalan pêk dihat. Bi vî awayî me gund di nav xwe de par ve kirin û dest bi xebatên perwerdehiyê kir. Di perwerdehiya jinan de me hinekî zehmetî dîtin. Ji ber ku civak civakeke girtî bû û bi xwe baweriya jinê hatibû qelskirin, me rehet nikarîbû ya dilê xwe diyar bikin û ji bo vê jî me bi hêsanî nedikarî em bidin û bistînin, pêşî me dest bi xebata ciwanan kir."
'CIVAKEKE KU NIKARIBE XWE BI RÊ VE BIBE WÊ BIKEVE BIN KONTROLA DIJMIN'
Viyan diyar kir, li gel ku civaka Êzîdî civakeke qedîm e û li ser hîmekî dîrokî ediliye jî, di jiyanê de, ji hêla stratejîk ve nedikarî xwe bi rê ve bibira û got, "Sedema vê jî ew siyaset bû ku li ser civaka Êzîdî dihate kirin. Di milê jiyanê yê takekesî de, malbatî de dijiyan û ti hesabê jiyana civakî ya siberojê nedihate kirin."
Mazlûm got, "Beriya qirkirinê bi demekê gelek pêkhateyên Ereb bi çeteyên DAIŞ’ê re di nav têkiliyekê de bûn. Ji hêla tevdîrgirtinê ve lAwaz man û ev lewazî, paşguhkirin weke qirkirinê li civaka Êzİdî vegeriya."
PDK'Ê 3 GERÎLA GIRTIN
Viyan anî ziman, ku beriya qirkirinê PDK’ê 3 gerîla girtin û li gel hewldanên gelê Êzîdî yên nirxdar jî hevalên wan serbest nehatin berdan.
Viyan bi berdewamî ragihand, 3'ê Tebaxê, ango di fermana 73'yan de, 9 Siwariyên Derwêş amade bûn û piştî demekê agahî ji wan re hatiye ku 3 hevalên wan jî serbest hatine berdan.
ŞER SAET 8'AN DEST PÊ KIR
Viyan da xuyakirin, dema ku Til Efer û Mûsil ketî bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê, DAIŞ’ê bi hêzeke mezin xwe ji bo dagirkirina Şengalê amade kiribû; "Êrîşê saet 8'an dest pê kir. Li gundê Til Benat gel berxwedaneke mezin kirin. Di heman demê de 4 hevalên me yên ku li Til Benat bi cih bûbûn xwestin ku êrîşan bişkînin. Saet 2’an şer giha gundê Xanê Sor û Sînonê. Wê demê, hin ciwanên Êzidî yên ku me ew perwerde kiribûn bi me re li dijî çeteyan şer dikirin. Di navbeyna 2 saetan de şerekî giran çêbû. Li gel ku çeteyan em dorpêç kiribûn jî û daxwaza kirin ku em radest bibin jî, ev pêk nehat û bi berxwedaneke mezin ev êrîşa çeteyan hate şikandin."
Mazlûm da xuyakirin, piştî ku wan li dijî çeteyan li ber xwe dan û şerekî giran çêbû, ew fersend ji gel re çêbû ku xwe bispêrin çiyê û bi ewle bibin; "Hevalên me doçkayek bi dest ve anîbû û li ber xwe dabûn da ku li çiyê serwer bibin. Ji bo gel bigihije çiyê û ewlehiya wan pêk were, hevalekî me birîndar bû. Gava me xwest em hevalê xwe derxin û korîdorekê vekin, da ku em radestî çeteyan nebin, ez jî di korîdorê de birîndar bûm. Li gel vê rewşê jî, li dijî hêzeke xurt me şerê xwe kir, bi mebesta ku em çeteyan bişikînin. Piştre agahî ji me re hat ku hevalên me yên HPG’ê, YJA Starê bi hêzeke xurt derbasî Şengalê bûne û bi çalakî tevlî nav şer bûne. Dema ku em pê hisiyan ku HPG’ê û YJA Starê xwe gihandine, kêfa me hate cih û moralê me pir xweş bû. Bi baweriyeke mezin me sond xwar ku Şengalê azad bikin."
BI HOVÎTIYA ÇETEYAN TIŞTÊN SOSRET ÇÊBÛN
Viyan diyar kir, bi hezaran Êzidî, bi kal û pîr ve hatin kuştin û bi hezaran jin dîl hatin girtin, hê jî çarenûsa bi hezaran jinî ne diyar e. Viyan bi axîneke kûr got, "Kîjan aqil dikare vê qebûl bike, kîjan wijdan dikare bi van kirinan rehet bibe. Tenê aqil û wijdanê tinebûyî yê çeteyên DAIŞ’ê dikare vî tiştî qebûl bike û destekê bide rewşeke wiha ya trajîk. Ji ber ku ew xwedî dinyayeke din e."
VEKIRINA KORÎDORA MIROVAHIYÊ BÛ MORALÊ BILIND
Viyan kêfxweşiya xwe wiha diyar kir: "Di rewşeke wiha de ku em weke Hêzên Parastina Gel bi tena serê xwe mabûn, vebûna Korîdora Mirovahiyê ya ji hêla şervanên YPG-YPJ’ê ve, bi mebesta ku gelê Êzîdî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û xilas bibe ji destê çeteyên DAIŞ’ê, ji me re bû moralekî pir baş. ‘’
13'Ê MIJDRÊ BI AZADIYÊ HATE TACÎDARKIRIN
Viyan got, bi berxwedana gerîlayên HPG, YJA Starê û her wiha bi berxwedana ciwanên Êzîdî û şervanên YPG-YPJ’ê, bi şehadet û bi berdêlên giran Şengal 13’ê Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hate azadkirin. Ji bo vê jî 13 Mijdarê pêkanîna serketin û azadiyê ye.
JI BO JINÊN DÎLGIRTÎ WERIN RIZGARKIRIN GELEK ÇALAKÎ HATIN KIRIN
Viyan da zanîn, ku di fermana 74’an de ji civaka Êzîdî herî pir jinan zirar dît, bi hezaran jin kirin dîl, bi tundiyê re hevrû bûn û sedema vê jî ew bû ku jinê nasnameya xwe nas nedikir, ji hişmendiya wê tê. Viyan bi berdewamî got, ji bo ku ew jinên dîlgirtî ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de azad bikin wan gelek çalakî kirine lê dîsa jî gelek jin di nav destê wan de mane, ji ber ku cihê bi hezaran jinî hatibûn guhartin.
Viyan da xuyakirin, ku ew weke şervaneke YJA Starê ji bo ku jinên dîlgirtî werin azadkirin û jinan ji bindestiyê rizgar bikin û tola jinên Êzîdî hilînin, çi ji destê wan were, wê bikin.
PÊŞDARAZA BÊBINGEH A ÊZIDIYAN HATE ŞIKANDIN
Viyan got, "Armanca sereke ya 12 Siwariyên Derwêş ew bû ku gelê Êzîdî bibe xwedê hêzeke xwe bin, da ku li dijî êrîşên li ser hebûna wan a fizîkî, li ser nasname û baweriya wan bikaribin parastina xwe bikin. Bêyî ku tim çavê xwe li hinan bigerîne û tim bi bendewariyan bijî. Armanc ew bû ku civaka Êzîdî bibe xweyî vîn, ne weke ku PDK dibêje HPG dixwaze li wir bi cih bibe."
Viyan bi berdewamî got, piştî ku pêşdarazên bêbingeh ên civaka Êzîdî hatin şikandin, bawerî bi wan re çêbû ku hêzeke xwe ya parastinê ava bikin, da ku bikaribin li dijî her cure êrîşan xwe biparêzin.
Viyan bal kişand ser giringiya HPG, YJA-Starê û got, "HPG, YJA-Star xwedî ristekî girîng bû. Hem di azmûn û tecrûbeyên xwe yên leşkerî de û hem jî di pwerdekirina ciwan û jinan de. HPG, YJA-Starê perwerdehî weke peywireke dîrokî dane ser milên xwe û bi navenda cazîbeyekê. Bi hezaran jin û xortên ciwan kişandin û YBŞ-YJŞ ji vê ava bû."
Viyan herî dawî got ku heta niha jî ew bi hevalên xwe re di nav danûstandinekê de ye û ji vê pir kêfxweş e û di kar û xebatan de serketin ji bo hevalên xwe xwest.