‘Yek hedefa me heye, ew jî azadkirina Rêber APO ye’

Xerîb: Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin, bi rastî jî têrê nakin. Weke gel û tevgerê, divê em bi hemû hêza xwe, mîna sala 99'an bi sekneke tund bersivê bidin komplokeran.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê  Diyar Xerîb tevlî bernameya Çira Welat bû û  mijarên di rojevê de nirxand. Bi taybetî jî li ser komploya 15’ê Sibatê nirxandinên girîng kirin. 

Xerîb di destpêka axaftina xwe de got, "Cejna Çile ya  civaka Êzîdî li ser navê hemû rêxistina me pîroz dikim. Li  civaka me ya Êzîdî ya ku li  her  cihî  û bi taybet ji yên ku li Şengalê li dijî hemû zorî û zehmetiya li berxwe didin vê cejnê pîroz dikim."

Xerîb da zanîn ku êdî Rêber APO hatiye wê astê ku bi fikir û ramanên xwe bûye Rêberê hemû mirovahiyê û wiha pê de çû: "18 sal di ser komploya navneteweyî re derbas dibe. Li ser komploya navdewletî gelek giftûgo çêbûne, gelek nirxandin çêbûne, nirxandinên herî bi wate  Rêber APO bi  xwe  dike. Di çarçoveya wan  nirxandinan de rêxistina me bi  berdewamî hewl daye  ku em  fêhm bikin û  hem  jî  me hewl daye ku em bidin fêhmkirin.  Ku  me  komplo fêhm  bikira  me  rê nedida  ku ev komplo çêbibe. Serok APO ji rêxistina me  re eşkere kiribû ku komplo bi vî rengî heye, lê li gorî ku dihat xwestin me tedbîrên xwe  negirtin. Ji bo vê jî Serok APO  rexne kir û got "Hevaletiyeke  kêm  û dostaniya qelp bû sebeb ku ev komplo pêk weere." Henek kes, dewlet, partî hebûn xwe wek dost nîşan didan, ger ev nebaya ev komplo çênedibû.  Ji bo vê em dibêjin  ku  di bingehê komployê de  xapandin  heye. Ev 18  sal in  em  komployê dinirxînin, bi mebesta ku em komployê fêhm bikin û fêhm bikin bê ka mebesta komployê çiye. Pêwîste ku em fêhm bikin û vê pûç bikin."  

Xerîb axaftina xwe wiha berdewam kir: "Herî zêde Serok APO ev komplo  nirxand. Di van 18 salan de  me hinek ders ji xwe re   derxist, civaka  me  jî bi piranî   fêhm kir.  Berxwedana  ku Serok APO  di zindanê de  nîşan da, her kes  nikare nîşan bide. Di aliyê fikrî, fîzîkî, qanûnî  de berxwedaneke mezin nîşan da.  Girtina Rêberekî  tê wê wateyê ku civakek  zindan  kirine. Bi  rastî ji Rêber APO tenê Rêbertiya  gelê Kurd nekiriye. Carinan  em sînorên Rêber APO teng datînin. Lê  Rêbertî ev sînor  derbas kirine;  bûye  wekî Rêberekî  mirovahiyê. Wekî Rêberekî  gelên bindest. Li gorî vê rola xwe dilîze,  proje datîne û bi heqîqetê jî wisa ye. Di roja me ya îro de tenê ne ji bo gelê Kurd, di Rojhilata Navin de, ji bo  hemû gelên bindest, gelên azadîxwaz bûye  hêviyeke mezin. Ev hêzên komploger dema ku Rêber APO bi komployeke dijî mirovahî dîl girtin baş dizanibûn ku dîlgîrtina Rêberekî wisa dîlgîrtina gelan e."

Xerîb anî ziman ku êdî dem ne ew dem e ku tecrîdê bikine dirûşm û axaftina xwe wiha domand: "Di mijara tecrîdê de gelek caran Rêber APO digot, armanca komployê ji milekî ve gelê Kurd e  lê milê esasî bîrdozî ye. Ev nêzî 100 sal in Rojhilata Navîn û gelek xakên din ji hêla desthilataran ve hatiye dabeşkirin û li gorî berjewendiyên xwe pergalek avakirine. Di demên dawiyê de dixwazin vê pergalê biguherînin, lê  dixwazin li gorî xwe çêkin. Rêber APO jî dixwaze van guhartinan li gorî berjewendiyên civakan çêbike. Niha di nava gel de dibêjin dema tav hebe sterk namînin, niha roj heye sterk xuya nakin, lê ezman tijî stêrk in. Ev di siyasetê de ji wisa ye, ger ew rê bidin ku tîrêj û fikrên Rêber APO biçe her derê wê demê ew ê tiştên din winda bikin. Ew ê gel hemû xwe li wê proje bigrin û wê projeyên wan têk biçin. Ji ber vê jî tecrîd dikin. Jixwe dema ku Rêber APO hate girtin dêhna xwe bidinê, bê ka gel çi got: “Hûn nikarin roja me tarî bikin” çima wisa gotin bi rastî jî gel Rêber APO ji xwe re wekî roj û ronahî didît û hêzen hegemon jî vê rastiye dibînin. Ji ber vê ji tecrîd dikin. Lê rexmî hemû êrîş û tecrîda girankirî jî berxwedana Rêber APO di van 18 salan de ispat kir ku hêzên komploger nikarin bigihijin armanca xwe." 

Xerîb bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd û wiha berdewam kir: "Çi tê gotin? Roj bi bêjingê nayê veşartin. Ji ber vê jî  pêşiya fikir û ramanê Rêber APO nehate girtin û li gorî 18 sal berê hem gelê me hem jî tevgera me zêdetir xurt  bû û bi hêzê ev bû bersiv. Lê hîn ji tecrîd didome û Rêber APO di zindanê de ye. Em dibêjin me tecrîd heta asteke pûç kir  lê me bi temamî hê pûç nekiriye . Kengî ew ê tecrîd bi temamî pûç bibe?  Dema ku Rêbertî azad bû. Gelek caran em wekî rêxistin bi sazî û hevserokatî û hemû hêzên xwe re vê nîqaşê dikin, êdî di nêrînê me de ev serdema ku em tecrîdê bikin wekî durûşm  derbas buye.Jixwe havîna derbasbûyî me biryar da ku tenê hedefekî me heye, ev jî azadiya Rêber APO û azadiya civakê ye. Berê me çi digot bila gava yekê tecrîd li ser Rêbertî rabe, lê belê êdî pêwîst e ev di planê de nebe; ji ber ku êdî ew dem derbas bûye ku em li ser tecrîdê nîqaş bikin. Di roja me ya îro de hêzen hegemon qels û lewaz bûne, lê tevger û civaka me xurt e. Ji ber vê jî tenê hedefek heye, ew jî azadiya Rêber APO ye."

Endame Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di dawiyê de ev tişt gotin: "Pêwîst e em bi rihê sala 1999’an li Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Bê guman her çalakiyên ku ji bo azadiya Rêbertî têne li darxistin em wekî tevger nirxekî mezin didinê. Ji ber ku li hemberî hêzên dagirker û komploger her tevger binirx e û pîroz e. Lê bi rastî jî çalakiyên niha ji bo azadkirina Rêber APO ne bes in. Niha ya pêwîst ew e ku em bi gel û tevger bi hemû hêza xwe wekî sala 99’an bi helwesteke tund bersivê bidin van hêzên komploger. Ji ber ku ew dixwazin me fêrî jiyaneke bê Rêbertî bikin, em jî dibêjin bê Rêbertî jiyan nabe."