YBŞ, YJŞ: Qedemguhestina Baba Şêx valahiyek bi xwe re anî

YBŞ û YJŞ'ê li ser qedemguhestina Baba Şêx bi peyamekê sersaxî xwest û got, bi koçkirina Bab Şêx re valehiyeke mezin çêbûye, ew hêvî dikin ku valahiya ku ji ber koça dawî ya Bab Şêx çêbûyî were dagirtin.

YBŞ, YJŞ’ê di peyama sersaxiyê de got, ‘’Dûh şev bi xebereke xem û kovanek mezin ve qadem gehestina babê rûhî yê civaka me ya Êzidî Babê Şêx li nexweşxaneya Hewlêrê me bihîst. Em ji Xwedê dixwazin cihê wî bike bihûşt, sersaxiyê ji malbata wî, tevahî civaka Êzidî û gelên cîhanê re dixwazin. ‘’

Babê Şêx, ev nêzî 25 sal bû li ser sicadê Laleşê ku cihekî girîng de xizmeta vê civakê kir. Xizmeta ola Êzidiya kir û xizmeta tevahiya civaka kir. Gelek pirsgirêkên di nava civaka Êzidî de heger nedihatin çareser kirin Babê Şêx erkê careseriyê radikir. Li gelek cihan mekanizmaya lihevhatinê û nakokiyên ku di navbeyna eşîr û babikan de hebûn ku nedihatin çareser kirin û çareserî ne dihat dîtin, Babê Şêx çareser dikir.

Babê Şêx di hişmendî û felsefeya ola Êzidiyan de li cihê herî bilind yê olî li Laleşa Nûranî ku cihekî muqadese de peya bilind ma. Babê Şêx, ne tenê ji bo civaka me ya Êzidî, ji bo hemû netew û gelên cîhanê girîng bû. Di vê merheleyê de ku guhertinên çêdibin, qadem guhestina Babê Şêx em bi hêvî ne ku di nava civaka me de valahiyekê çêneke û tevahiya gelê me di ferqa wê de be û dîsa li ser tifaqiya civakê ya yekdestî û danenaskirina civakê were karkirin.

Em YBŞ û YJŞ bi xemgînî van tiştan ditînin ser ziman, em hay ji wê valatiya hene, ya ji ber qadem guhestina Babê Şêx ya di nava civaka me de çêbûye û em bi wê hêviyê ne tevahiya civaka me wê hay ji vê hebe. Ji ber ku leyistokên li ser civaka me leyistokên ne ji rêzê ne. Valatiya ku di vir de çêbûye, Mîrên Şêxa û tevahiya civaka me divê hay ji vê hebin, bi vê zanebûn û hişmendiyê kar bikin û xizmet bikin da ku valahiya ku çêbûyî, were dagirtin.

Em ji Xwedê hêvîdarin in ku cihê Babê Şêx bike bihûşt, careke dinê sersaxiyê ji malbata wî, tevahiya civaka me, tevahî cıvata Rûhanî, Koçek û şkestiyê Laleşê û hemû gelên Rojhilata Navîn re dixwazin. ‘’