YBŞ: Egîdên Çiyayê Şengalê wê hertim rêya me ronî bikin

Fermandariya YBŞ’ê di salvegera 2’an de Mam Zekî Şengalî bibîr anî û got: “Çawa ku Mam Zekî hemû hebûna xwe da vê civakê divê gelê me jî li devdora keda Mam Zekî bibin yek, yekîtiya xwe mezintir bikin û bi vê îradeya xwe ve leyistokên dijmin têk bibin.”

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) bibîr anî.

Fermandariyê ev got: “Em di duyemîn salvegera şehadeta ku nasname, pêşeng, tifaq, îrade, wate, hebûn û stûna civaka me Mam Zeki Şengalî bi rêzdarî û minetdariyê bibîr tînin. Şervanê me Mahîr Serhed Şengalî ku di heman êrîşê de bi Mam Zekî re gihîşt şahadetê bi hemû rêzdariyên xwe bibîr tînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Di şexsê egîdê civaka xwe Mam Zekî Şengalî de tevahî şehîdên komkûjiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, gundê Koço û tevahî şehîdên xwe bibîr tînîn.

Roja 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e. Ji roja destpêkê heyanî roja me ya îro bûye xeleka azadiya gelên bindest. Di dilê dijmin de bûye birînekê bê derman û her ku diçe ev birîn kurtir û mezintir dibe.

‘XWESTIN ROJÊN VEJÎNÊ BIKIN ROJÊN REŞ’

Li kêleka qehremanî û pêngavên 15’ê Tebaxê ku li dijî bindestiyê hatine avêtin, mixabin di 15’ê Tebaxê de rojên ji bo me giran ji hatine jiyîn. Gelê ku herî zêde ev êş kişandiye bêguman civaka me ye. Ji ber ku dijmin jî baş dizane eger bixwaze gelekê ji holê rake êrîşê koka wî gelî dike. Ji ber vê jî baş dizanî heya ku koka gelê Kurdistanê ji holê raneke ew nikare vê rojê reş bike û bike rojekê xemgînî. Bi vê yekê di 14’ê Tebaxê 2007’an li gundê Tilezêr û Sîba Şêx Xidir bi êrîşekê hovane komkûjiyek li ser gelê me de anîn. Bi sedan mirovên me qetilkirin. Dîsa di 15’ê Tebaxê sala 2014’an li gundê Koço komkûjî pêkanîn. Bi sedan însanên me cardin qetilkirin, yên ku dil ketine destê dijminê hov jî bi şêwazê dijî mirovahiyê qetil kirin. Di 15’ê Tebaxê 2018’an de ku salvegera komkûjiya gundê Koço de pêşeng û egîdê gelê me Mam Zekî bi destê hevkar û îxanetçiya kirin hedef, bi êrîşekê tirsonek û bêbext de şehîd kirin. Ev dîrokane ne tesedûfin û ne hema bi şêwazekê çawalêhato ve pêkanîne. Armanca xwe ev e; ji bo ku ev roja di aliye gelên bindest de roja vejînê ye xwastin bikin rojekê reş. Dîsa çavên gelan bi tirsinin, çonk lê danin û bi tewisînin.

‘CIVAKÊ MAM ZEKÎ JI BO XWE PÊŞENG, AZADÎ, HEBÛN Û VÎN DÎDÎT’

Lê belê dijmin bi van plan û leyîstokên xwe yên qirêj negîhîşt armanca xwe. Çiqasî komkûjî û ferman ji li serme anîn jî, nekarîn me tune bikin. Li hemberî her êrîşekê em behtir bûn xwedî hêzek û me behtir yekîtiya xwe xurt kir. Xwastin di şexsê pêşengê civaka me Mam Zekî de tevahî civaka tune bikin. Ji ber ku tevahî gelên herêmê Mam Zekî ji bo xwe pêşeng ditîtin, ji bo xwe azadî didîtin, ji bo xwe hebûn didîtin û ji bo xwe îrade ditîtin. Lê belê tişta ku mejiyê dijmin ne girte ev bû; ewan nekarin bi van êrîşan me tune bikin, bi şehadeta Mam Zekî ne karîn îrade û tifaqiya gelên herêmê xirabikin. Îro bi hezaran şopdarên Mam Zekî li pey doza wî de di meşin. Bi hezaran şervanê Mam Zekî Şengalî xwe bi rêxistin kirine û bûne fedaiyên civaka xwe. Îro gund û bajarên me nayên terikandin berovajiya wê ditên avakirin. Yanî çawa ku di sala 1984’an de xeyalên dagirkerî û Osmaniya hat tunekirin di roja me ya îro de jî bi berxwedaniya gelan ve xeyalên hişmendiya Osmanî wê tunebibe.

‘DIVÊ CIVAKA ME LI DORÎ KEDA MAM ZEKÎ BIBE YEK Û YEKÎTIYA XWE XURTIR BIKE’

Em weke şagirtên Mam Zekî fedaiyên gelan soz û bîryardayîna xwe ya di roja destpêkê de me daye, em ê ji îro şûnde jî bi heman bîr û baweriyê têkoşîn û berxwedaniya xwe di asta herî jorde berdewam bikin û em ê xeyal û armancên Mam Zekî pêk bînîn û em ê bi jiyanî bikin. Em ji bo civaka xwe ji dibêjin; çawa ku Mam Zekî hemû hebûna xwe da vê civakê divê gelê me jî li devdora keda Mam Zekî bibin yek, yekîtiya xwe mezintir bikin û bi vê îradeya xwe ve leyistokên dijmin têk bibin. Bi vê yekîtiyê ve jî xwedî derketinek li Mam Zekî a dibe nimûne bidin avakirin.

Li ser vî esasî û bîryardariya xwe em carekedinê egîdê xwe Mam Zekî Şengalî, di şexsê wî de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînîn. Em soza xwe ya armancên wan ya bi jiyanikirinê dûbare dikin. Em ji bo malbata xwe ya hêja ji dibêjin em bi hebûna Mamê xwe Mam Zekî çawa şad dibûn ji îro şûnde ji bi serbilindiyekê mezin ve em ê li pey şopa wî meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin. Em weke civaka Kurd, Êzidî û şervanê YBŞ û YJŞ’ê ji bo me serbilindiyekê bê hempaye ku em bûne xwediyê lehengek weke Mam Zekî Şengalî.”