YBŞ’ê li ser êrîşa li Şengalê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa duh şev a li Şengalê de tenê 4 şervanên wan birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê li ser êrîşa duh şev a li Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

YBŞ’ê ev agahî parve kir:

“Duh şev navbera saetên 00.00 heta 1.00’an de dewleta dagirker a Tirkêrîşek hawayî pêk anî. Di van êrîşan de 6 baregehên me hatin hedef girtin. Di van êrîşan de ti windahiyên me nîn e, tenê 4 hevalên me birîndar bûne. Em ji hevalên xwe yên birîndar re şîfa dixwazin.

‘EV ÊRÎŞÊN QIRKIRINA ÇANDÎ YE’

Dewleta Tirkji sala 2017 meha Nîsanê û doh şev ev du car in êrîşek berfireh li ser Şengalê pêk tîne. Ev êrîşên hewayî ne tenê êrîşek leşkerî heman demê armanc girtina vê êrîşê qirkirina çandî ye. Bi van êrîşan dixwazin Şengalê vala bikin û pêşiya gelê me yên ku vedigerin Şengalê bigrin. Di vê çarçoveyê de bi MÎT a Tirkû hevkarên wan dixwazin êrîşa ku 2014 li ser gelê me hatî zindî bikin û bigîhêjin armanca xwe ya qirqirinê. Li kêleka vê dewleta Tirka qirker dixwaze demografiya heremê bigûhere û birdoziya Birayê Misliman (İhvanî Mislim) bi awayekî sîstematîk li heremê bide ava kirin. Ev sed sal in dewleta Tirkdixwaze polîtîkaya qirkirinê li Şengalê pêk bîne û armanc dike ku vê heremê de Tirkbûyînê pêş bixe. Encax ev jî rastiyeke ku YBŞ-YJŞ parastina Şengalê û Iraqê dike. Çawa ku fermana 2014’an de berxwedaniyek pêş ketibe, îro jî ji bo Şengala xweser û Iraqeke demokratîk em ê berxwe bidin. Ev berxwedan wê pêşiya xeyalên Osmanî ya dewleta faşîst a Tirkbigre. Îro ji bo ku xeyalên Osmanî pêk bîne, dewleta Tirkserî de êrîşî Şengal, Rojava, Başûrê Kurdistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê dike. Encax di serî de bi berxwedaniya dîrokî ya gelê me û gelê rojhilata navîn re rû bi rû dimîne.

‘YBŞ RÊ NADE TIRKIYE XEYALÊ XWE YÊ OSMANÎ PÊK BÎNE’

Em YBŞ dibêjin ku dewleta faşîst a Tirkiye ti carî nikaribe xeyalên xwe yên emperyalîst û metînger pêk bîne. Ji ber ku YBŞ hêza fedaî ya gelê Êzidî ye. YBŞ di demên şerê herî giran de xwe ava kiriye û bi hêza xwe ya cewherî bûye hêzekî. Em ne hêzekî ku li ser masayan de ji aliyên hinek kesan hatine ava kirin, me xwe di nav şer de sekna xwe ya berxwedêr daye îspatkirin. Ji ber vê yekê her şervanekî YBŞ-YJŞ xwediyê birdozî û şervanekî profesyonel e. Heya niha gelek êrîş li ser gelê me û hêzên me çêbûn. Bi van êrîşan xwestin hêza me tûne bikin. Rûxmê vê yekê em her roj mezin bûn û em bûn hêzekî profesyonel.

‘ÇAWA EM LI BER DAÎŞ’Ê SEKINÎN, EM Ê LI BER HER ÊRÎŞAN LI BER XWE BIBIN’

Ji ber vê bila kes nefikire ku YBŞ bi van êrîşên tinekirinê wê were şikandin. Em li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çawa sekinîbin, em ê ji vir û şûnde jî li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin. Şengal xaka Ezidiyan e û wê her tim wisa bimîne.

‘HER QADÊ BIKIN QADA BERXWEDANÊ’

Em bang li gelê xwe dikin ji Şengalê heta Şêxan, ji Ewropa heta Rûsya bila her qadê bikin qada berxwedanê. Ji bo vê di serî em bang gelê xwe û hemû derdorên demokratîk û welatparêz dikin ku li hember van êrîşên faşîst berxwedaniyê xurt bikin.”