YBŞ'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kir.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyee nivîskî weşand û işaret bi girîngiya paradîgmaya Ocalan ji bo herêmê bi taybetî ji bo gelê Şengalê kir.

Di daxuyaniyê de hêzên ku di komployê de cih girtine, destek dane û jê re bûne zemîn bi tundî hatin şermezarkirin û li hemberî vê komployê berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin. Her wiha pakrewanên ku bi dirûşmeya "Hun nikarin roja me tarî bikin" çalakiyên mezin lidarxistine û xelekek ji agir çêkirine hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dîroka mirovahiyê de qasî komplo û xiyaneta li hemberî van komplo û xiyanetan bi berxwedan û destanên ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê tije ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya herî nemerdane di 15'ê Sibata sala 1999'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn û hêzên sermayedar, xeta nokerî û paşverûtiya herêmê di kesayeta Ocalan de aştî û pêşeroja azad a gelên herêmê hedef girtine.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku komplo di sala 19'emîn de dewam dike, lê Ocalan bi berxwedan û kedeke gelekî mezin hedefa komplogeran pûç kiriye û wiha hat gotin: "Rêber Apo pergala netewe-dewlet a kapîtalîst dahurandiye û paradîgmaya netewa demokratîk pêş xistiye. Rêber Apo bi vê yekê bûye kirdeyê sereke yê veguhertina demokratîk a Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava, berxwedanên mezin ên Şengal û Kobanê mînakên herî şênber ên valaderxistina hedefên komplogeran e û Ocalan bûye aktorê herî girîng ê ku geşedanên li Rojhilata Navîn araste dike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan bi pêşbînî û mudaxeleyên xwe yên mezin pêşiya qirkirina ku dihat xwestin li Şengalê bê pêkanin girtiye, Şengal  li ser cewhera dîrok û çanda wê ji nûve rakiriye ser piyan û derî vekiriye ku Êzdayetî û Şengal wekî nirxeke herî qedîm û pîroz a Rojhilata Navîn bi sîstema demokratîk re xwe bigihîne jiyana azad. Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Êzidî di dîroka xwe de cara yekemîn hêza cewherî ya parastin û rêveberiya xwe ava kiriye û wiha hat domandin: "Gelê Êzidî wekî wekî berhema Rêberê Gelekî ku di nava çar dîwaran de bi tecrîdê rêhîn tê girtin, derketiye ser dika dîrokê. Di vê wateyê de YBŞ ku xeyala şehîdên me û Rêberê ye ye hatiye avakirin û ev bûye bersivek herî mezin ji bo komplogeran."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên dagirker û mêtinger hewl didin hemû destketiyên Şoreşa Rojava di êrîşên li ser Efrînê de vala derxînin û wiha hat gotin: "Li ser vê xaka ku herî zêde şer û hilweşandin çêbune, gelê Efrînê bi berxwedaneke ku di dîrokê de mînakên wê kêm tên dîtin têkoşîna xwe ya rûmetê didomîne. Efrîn ku warê Arîn Mîrkanan, Avesta Xaburan e ji aliyê ve bi agirê berxwedanê gur dibe."

Di dawiya daxuyaniyê de soza pêkanîna xeyalên Şengala azad û xweser hate dayîn û bang li gel hate kirin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan berxwedanê mezin bikin û heta azadiya Ocalan bênavber têbikoşin.