Xwendekarên Başûrê Kurdistanê li qadan in

Xwendekarên ji Başûrê Kurdistanê ji ber mafên wan ên hatine desteserkirin îro jî daketin qadan.

Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên protestoyê yên xwendekarên zanîngeh û dibistana bilind didome.

Xwendekar dîsa li Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Koye, Germiyan û Helepçeyê li pêşiya kampusên zanîngehan  kom bûn. Xwendekarên di çalakiyê de bi sloganan daxwaza mafên xwe kirin.

Xwendekar ji sala 2014’an û vir ve nikarin bûrsên xwe yên mehane bistînin.

Xwendekar çend roj in li gelek cihan çalakiyan li dar dixînin û hêzên ewlekariyê jî êrişî wan dikin. Hate diyarkirin gelek xwendekar jî hatine destgîrkirin. Xwendekar diyar dikin heta ku daxwazên wan bi cih were, wê çalakiyên xwe bidomînin.