Xwendekara zanîngehê bû, niha gerîla ye
Roza Serxwebûn, ku dema li Zanîngeha Stenbolê dixwend tevlî nava refên PKK'ê bû, qala sedemên tevlîbûna xwe kir.
Roza Serxwebûn, ku dema li Zanîngeha Stenbolê dixwend tevlî nava refên PKK'ê bû, qala sedemên tevlîbûna xwe kir.
Tevlîbûna mirovên ji gel û neteweyên cuda li nava refên PKK'ê, roj bi roj zêde dibe. Roza Serxwebûn a ji Erdexaneê jî, li ber helwesta faşîzan a dewleta Tirk rabû. Gerîlaya YJA Starê Roza Serxwebûn ku bavê wê Tirk, diya wê Kurd e, ji Zanîngeha Stenbolê heta nava refên PKK'ê ji ANF'ê re qala çîroka xwe kir.
Roza Serxwebûn da xuyakirin, ku li dijî êrîşên hêzên Tirk û navneteweyî yên li dijî gelan, ku di asta komkujiyê de tên kirin û li dijî binpêkirina mafên mirovan ew tevlî nava refên PKK'ê bûye. Li ser sedema tevlîbûna xwe Roza Serxwebûn got, "Bi taybetî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê hatin kirin, êrîşên çeteyan ên li Rojava, zexta li gel, koçberkirina mirovan, jinedîtî hatina ziman,nasname û mafên jiyanê, çend ji wan sedeman e ku berê min da PKK'ê."
'PKK BAWERIYÊ DIDE MIN'
Roza Serxwebûn bal kişand ser hebûna gelek qad û rêxistinên têkoşînê û sedema tercîhkirina PKK'ê jî wiha vegot: "Ji ber ku pê bawer im di nava PKK'ê de dikarim hê bi xurtî têbikoşim, ez li vir im. Di nava PKK'ê re ruh û zemînekî welê heye, ku baweriyê dide mirovan, mirov dikarin pê re tevbigerin û ber bi serketinê ve bimeşin."
Roza bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd û anî ziman, tecrîda li ser Ocalan û nîqaşên li ser îdamê, tên wateya hewldana tesfiyekirina temamiya gelê Kurd û şikandina vîna gel.
Roza Serxwebûn got, "Ev zextên tên kirin, li şûna çavtirsandin û bêdengkirina mirovan, wê berxwedanê xurtir û mezintir bikin. Bi saya vê yekê Kurd û gelên din ên têkoşer wê hê bi lez û bez rabin ser piyan. Ji ber ku ev gel, Rêberê xwe nas dike, bi analîz, pirtûk û felsefeya wî bi pêş ket. Wekî din, gerîlayên azadiYê yên Kurd, li hemberî rewşeke gengaz a li dijî Rêbertî, wê têkoşîneke gelekî mezin bimeşînin. Weke gelê Kurd vîna me bi serbilindî li ser piyan e."
Gerîla Roza Serxwebûn herî dawî destnîşan kir, ku bersiva herî baş li êrîşên hêzên mêtînger û dewleta Tirk, rêxistinbûn e û got, "Hemû gelên li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê, eger bi hev re li ber xwe bidin, wê karibin pêşî li vê faşîzmê bigirin û bi ser bikevin. Aliyekî min Tirk e, aliyek jî Kurd e. Ne tenê gelên Kurd û Tirk, divê hemû gelên din jî li pêşberî vê zilmê bêdeng nemînin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin. Weke miroveke ku dixwaze Tirkiye demokratîk bibe, bang dikim: bila her kes bi rengekî rast xwe rêxistin bike û tevlî nava têkoşînê bibe."