Xizmên windayan vê hefteyê pirsa kujerên Gumuşê kirin

Xizmên Windayan li Amedê xwestin kujerên Bedriye Gumuş a di sala 1992’yan de li gundek Nisêbînê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin werin dîtin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan çalakiya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 630’yemîn de berdewam kirin.

Çalakî li ser hesabê medya dijîtal ku hat belavkirin pêk hat. Vê hefteyê li kujerên Bedriye Gumuş a di 17’ê sibata 1992’yan de li gundê Gurîk a bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di meşa li dijî lêferzkirina jerdevaniyê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyaniya vê hefteyê xwend û çîroka kuştina Bedriye Gumuş vegot.  

Demîr anî ziman ku dewletê hewl dida cerdevaniyê li ser gundiyan ferz bike û gundî ji bo li dijî vê lêferzkirinê derkevin di 17’ê sibata 1992’yan de meşek li dar xistine û leşkeran meş gulebaran kiriye û di encamê de Bedriye Gumuş jiyana xwe ji dest daye.

Demîr got Bedriye Gumuş dayika du zarokan bû. Demîr anî ziman ku ji wê rojê ve heta niha kujerên Gumuş nehatine dîtin û derbarê kujeran de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Demîr destnîşan kir ku ew ê li gel dayik û malbatên windayan cih bigirin û li gel hev lêgerîna edaletê bidomînin.