Xizmên Windayan: Kujerên Tahîr Elçî tên parastin!

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê çalakî kirin. Di çalakiyan de ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li hev civiyan. Di çalakiyan de hate ragihanin ku kujerên Elçî têne parastin.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiyên xwe berdewam kirin.

AMED

Xizmên windayan û nûnerên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 564’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê li tenişta komeleyê li hev kom bûn û pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan wêneyên windayan rakirin û bal kişandin ser windayan. Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, diyar kir ku wan berê çalakiyên xwe li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu pêk dianîn û wiha got: "Çalakiya me di hefteya 564'an de ji aliyê Walîtiya Amedê ve tê asteng kirin.

Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Serokê Baroya Ameadê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat kuştin xwendin. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka Elçi xwend û got: "4 sal berê Elçî hat kuştin û hêj kujerên wî nehatine ronîkirin. Dixwazin kujerên wî nediyar bihêlin.

'EM EDALETÊ DIXWAZIN'

Yalçin, ani ziman ku ji bo kujerên Elçî ronî bibe têdikoşin û wiha got: “Bedele wê çi dibe bila bibe sed sal jî derbas bibin, ji bo faîl bên dîtin u darizandin, em ê têbikoşin. Em edaletê dixwazin. Ji ber ku li vî welatî aştiya civakî, jiyana mirovane, mafên mirovan azadiya mafan mafê me yên jêneveger in."

Çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman armancê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 470’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li pêş ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn û cîroka Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî xwendin. ÎHD'ê û xizmên windayan binçavkirina 30 kesên di 27'ê Mijdarê de pêk hat jî şermeza kirin û xwestin bi lez serbest bên berdan.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner, diyar kir ku polîsan di 27'ê mijdarê de gelek endam û rêveberên saziyan binçavkirin û wiha got: "Îqtîdara Siyasî danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) Giştînameya Paraztina Mafên Mirovan û peymanên navnetewî nas nake. Em îqtîdarê dawet dikin ku li gorî wê tev bigerin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Fahrettin Asutay jî Elçî bibîr anî diyar kir ku ji bo kujerên wî bên dîtin û darizandin dê têbikoşin.