Xizmên windayan: Berpirs dewlet e

Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne û gotin: “Berpirs dewlet e.”

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amed çalakiya heftane ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin di hefteya 576’an de berdewam kir.

Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û Serokê CHP'ê yê berê Mehmet Sayin jî amade bû. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku wekî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin 576 hefte nin kom dibin û wiha got: "Em dixwazin berpirsiyar bi rastiyê re rû bi bû bibin. Lê ev bêcezakirin didome. Xizmên windayan her dem dixwazin ku mekanîzmaya demokartîk pêş bikeve û hesap bê pirsîn. Polîtîkayên şer ên didomin, ji têkoşîna edaletê dûr e. Hefteya borî rêveberê komeleya me Adnan Orhan hat binçavkirin. Em dibînin ku polîtîkaya bê cezakirinê bi destê darazê pêş dikeve. Têkoşîna li dijî vê polîtikayê jî bi destê darazê tar û mar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê berdewam bikin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî kuştina 7 kesên li Pasûrê di sala 1993'an de ji aliyê eskeran ve hatin kuştin biryara îhlala mafên mirovan da. Em vê biryarê erênî dibînin. Divê rayedarên cemaweriyê yê ku faîl in û wekî şiktar tên dîtin, bi lez bên tespîtkirin û ji aliyê darazê ve bên cezakirin. Em dibînin ku heta niha der barê faîlan de tu gav nehatiye avêtin."

Zeytûn, anî ziman ku dosyaya derbarê endamên malbatên Orhan û Bûlut ên dema destgîrkirî  hatin windakirin ku ji malbata Adnan Orhan ê hefteya borî hat destgîrkirin jî heye, hê jî li Dozgeriya Pasûrê tê rawestandin û heta niha di derbarê vê dosyayê de tu xebat neirine. Zeytun, xwest esker û polîsên di dema kuştiyan de bên dakizandin 3u bang li rayedarên darazê kirin ku Xwe nedin paş û rastiyan ronî bikin."

Endamê Komîsyona Girtiyan a Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Hasan Yalçin jî bal kişand ser Şimonî û Hurmuz Diril ên Keldanî ku 42 rojin agahî ji yan nayê girtin û xwest hemû winda bên dîtin. Yalçin, herî dawî aqûbeta Kemal Mubarîz ê di 1'ê Sibata 1994'an de li navçeya Cizîrê hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsî Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê bi heman armancê di hefteya 482'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Li vir jî wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Li vir rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner bal kişand ser Gulistan Doku û Hurmuz û Şimoni Diril yên hatine windakirin û xwest bên dîtin.

Tanguner anî ziman ku Mehmet Bal jî di 24'ê Çile de ji Êlihê çû Stenbolê û piştre agahî jê nehat girtin. Çalakiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir.