Xizmên girtiyan: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin

Xizmên girtiyan li Şaxa ÎHD’ê ya li Dêrsimê civînek li dar xistin û diyar kirin ku li girtîgehan êşkence heye. Malbatan xwestin xwedî li grevên birçîbûnê werin derketin.

Xizmên girtiyan ji ber zextên li Girtîgeha Xarpetê li Şaxa ÎHD’ê ya li Dêrsimê daxuyaniyek dan. Namzetên hevşaredariyê yên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl û Hidir Demîr, parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul û malbatên gelek girtiyan tevlê bûn.

‘EM NIKARIN LI HEMBERÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BÊDENG BIN’

Hevserok a bajêr a HDP’ê ya Dêrsimê Ozlem Toprak bi silavkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Toprak got ku “Ji bo ku gel bi aştî li ba hev bijîn, divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan were rakirin. Em malbatên girtiyan, nabe ku li hemberî tecrîdê bêdeng bin. Divê raya giştî jî li hemberî grevên birçîbûnê ne bêdeng bin. Di heman demê de wekî li hemû girtîgehan li Girtîgeha Xarpêtê jî zext û êşkence hene. Alîkarê gerînendeyê girtîgehê kesê bi navê Ercan, dikeve odeyên girtiyan û fermana lêdanê dide. Piştî fermana wî li girtiyan tê xistin. Li gorî agahiyên ku ketine destê me dest, ling û parsûyê hin girtiyan hatine şikandin û girtiyan nabin girtîgehê. Dema ku cihê girtiyan tê guhertin jî li ser girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin û êşkence tê kirin.”