Xezal Silo: Civata Êzidî wê her tim li ser şopa Rêber Apo be

Dayikên Şengalê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke tecrîda li ser mirovahiyê dibînin û dixwazin azad bibe.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayika bi navê Xezal Silo ya li Şengalê ji ajansa me re axivî û got, "Em vê tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Vê siyaseta ku AKP li ser Rêber Apo dimeşîne qebûl nakin. Ji ber ku Rêbert APo rêberê hemû mirovahiyê ye divê tavilê azad bibe."

Xezal Silo bi bîr xist, ku di dema rabûna fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de hemû hêzên li Şengalê bûn dev ji wan berdan û got, "Lê li aliyê din, şervanên Rêber Apo berê xwe dan çiyayê Şengalê û em ji wan hovan rizgar kirin. Yanî ji bilî milîtanên Rêber Apo kesekî destê xwe yê alîkariyê dirêjî me nekir. Berevajî, dev ji me berdan û em di nava lepên hovên DAIŞ'ê de hiştin."

Dayika Xezal destnîşan kir, ku ew civaka Êzidî ti carî dev ji rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernadin û got, "Rêber Apo ne tenê reberê Kurdan e, ew rêberê mirovahiyê ye. Em civaka Êzidî ti carî rastiya ku Serok Apo ji bo civaka me kiriye ji bîr nakin. Û em dibêjin, pêwîste Rêber Apo di demeke nêz de rizgar bibe."