Xewn û xeyalên Nasir Yagiz hêviya bi serketinê mezin dike

Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 113 roj in di greva birçîbûnê de ye, her roj em taybetmendiyeke wî ya nû kifş dikin. Yagiz li gel giranî û westana laşê xwe deriyê xeyalên xwe heta dawî ji me re vekir û vegot.

Ji 21’ê Mijdara 2018’an ve Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe. Herî dawî Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

Her diçe em aliyeke nû yê Yagiz kifş dikin. Vê carê me derfetek dît ku guh bidin xeyalên Yagiz. Yagiz ê li ser textê xwe strana çîroka Eliyê Memed û Seyrê ya li gundê Hesen û Heyderan bi dengê Miradê Kinê guhdar dikir. Me jî xwe ji dûr ve guh da çîroka evîniyê ya Eliyê Memed û dotmama wî Seyrê ya xuşka Qolqasim e. Piştî demekê me derfet dît ku hem li ser destan evîniya Eliyê Memed û Sewrê hinek agahî bigirin, di vê navê de deriyê xeyalên Nasir Yagiz li pêşiya me vebû.

‘ÇALAKIYA MIN BI RÊBER APO RE AZAD BIJÎM E’

Yagiz destnîşan kir yekem xeyela wî ew e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi Ocalan re jiyîn e. Yagiz îşaret bi wê yekê kir ku her dem xwestiye rastiya jiyana Rêberê Gelê Kurd ji bo xwe esas bigire û li ser wî bingehî bijî. Yagiz got: “Rastiya Serok Apo û jiyana wî kir ku hê zêdetir min xurt bike û min ber bi xeyalên min ve bibe. Çalakiya min a niha jî li ser wî esasî ye ku bi Rêber Apo re azad jiyîn e.

‘DESTAN ELIYÊ MEMED Û SEYRÊ YA MIRADÊ KINÊ KIRINA BELGEFILM E’

Bi her ku me nîqaş kir aliyê Nasir Yagiz ê hunerê û şanoyê xwe da der. Yagiz anî ziman ku xeyala wî ya duyemîn jî destana Eliyê Memed û Seyrê ya Miradê Kinê derfet hebe bike film an belgefilmek e. Yagiz me bir nav xeyalên xwe û wiha vegot: “Ji zarokatiyê ve xeyelekî min ê şanogeriyê û bera hunerê çûyîn her hebû. Dema em biçûk bûn pîrik û kalikê min çîrok û serpêhatiyên Kurdewarî ji bo me vedigot. Her wiha li nava gund şevên şebihêrkê hebûn dengbêj dihatin çîrok, serpêhatî û stran distiran. Di vê navê de piranî dengê Miradê Kinê dihate guhê min. Qêrîna dengbêja ji guhê min kêm nedibû. Ez di nava rewşekî wiha de mezin bûm. 

Piştî demekê di warê şanoyê de zanînê min pêş ket. Ez ketin nava hewldanên ku çîrok û destanê ku ez pê mezin bûyîm, ew rengê civaka xwezayî û jiyana gund a bi her rengî bikim belgefilm. 

Dem em îro li civakan dinêrin hêzên desthilat tim destê xwe yên qirêj xistine qirika civakê û ji rastî û çana wê dûr kiriye. Dewleta Tirk jî bi heman hişmendiyê li ser êrîşî gelê Kurd di warê çandî, hunerî û civakî de pêk aniye. Ji bo wê yekê dema karê şanoyê ve mijûl dibûm, hê zêdetir min xwest çîrok, destan û helbestên Kurdî bikim film an belgefilm.

Di vê mijarê de herî zêde ya kir ku ez pey vê biçim serpêhatiya Eliyê Memed û Seyrê ya warê Hesen û Heyedaran a Miradê Kinê bû. Dema me lîtika şanoyê dikir, me wisa xeyalên xwe ji hev re digot. Wê demê hevrêyekî min hebû, me bi hev re lîstik dikir û car li ser xeyalên xwe gotûbêj dikir. Rojekê hate dema me bi hev re sobhet dikir, wê demê min ji hevrêyê xwe re got, ez dixwazim filmê ‘Eliyê Memed û Seyrê’ çêbikim. Lê wê demê ji bo vê xebatê pêwîstî bi dahatekî mezin hebû. Dîsa derhêner û palpiştekî hebû. Heman demê li Kurdistanê jî derfetekî wiha tine bû ku ne derhênerek û ne jî sponsorek bê ku alîkarî bike bê kişandin. Ev di xeyal de hatibû mehkûmkirin.

Lê kengê em gava yekem vê tecrîdê bi dawî bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn. Dîsa derfet pêk wer in ez ê vê destanê bikim film, lê ku têrê nekir bi kurtî jî be ez ê bikim belgefilim.”

‘RASTIYA EVÎNA KURD Û XIYANET’

Li ser pirsa bê ka çi kir ku evqasî bandor li ser we kir ku tu bi taybet li ser vê destanê kûr bibî Yagiz wiha pêde çû: “Mijara Miradê Kinê ya Eliyê Memed û Seyrê li herêma me û gundê derdorî me pêk hatiye. Li gundê derdorî Kercewsê, Kerboran û heta çiyayê derdorî me û Misricê hatiye jiyîn. Eliyê Memed pismanê axayê gundê Hesen û Heydera ye. Piştî bavê wî rehmet dike, li ber destê axa kar dike û xizmetkariya axê dike.

Axayê Hesne û Heyderan jî sê biran e, yek ji van jî Qolqasim e. Qolqasim pir hez ji xuşka xwe dike û li ser destan digire. Rojekê Seyrê çavê wî li Eliyê Memed dikeve û dilê wî dikeviyê. Piştî demekê Seyrê ji bo Eliyê Miradê daxwaz dike ku bi hev re bizewicin, lê Eliyê Memed ji ber ji halê xwe yê hejar li ber vê nayê. Piştî demekê Seyrê Eliyê Mirada digre û berê xwe didin gundê Îskanê Gulîxanê. Kela Cumanî ku dikeve navbera çiyayê Mawa û Misric dibin mêhvanê Îskanê Gulîxanê. Li vir Îskanê Gulîxanê ji bo Seyrê ji bo xwe bibe xiyanetê li Eliyê Memed dike û bi xencerê dikuje û seyrê bi dinê dikeve…Em zêde dirêj nekin ku hinek kes mereq bikin, hewl bidin xwe bigihînin vê çîrokê û guh bidinê û rastiya evînê bibînin. 

Di vê destanê de rastiya evîna Kurd, îxanet û halê civakê ya li herêmê ye. Her wiha evîna Seyrê û Eliyê Memed ku heta mirinê evîndarê hev in. Ev bandorekî pir mezin li min kir.”

‘DIVÊ HUNERMEDN LI SER RASTIYA CIVAKÊ KAR BIKIN’

Yagiz balê dikişîne ser hunerê û hunermedan û got: “Huner eyneya civakê ye. Huner dema bû eyneya civakê wê demê huner digihêje rastiya xwe. Dijmin vê rastiya çanda Kurd a dewlemend dîtiye û ji bo wê her tim êrîşî huner û çandê kiriye.Bi taybetî dîroka me xwestine tine bikin. Ji bo vê ye divê îro hê zêdetir qedir û qîmet bê dayîna huner û xebatên hunerê. 

Hêviya min ew e, hunermend, dengbêj û xebatkarên çandê li ser rastiya civakê kar bikin. Heta rastiya civakê nebe huner wê xebatên hunerê jî pêk neyên. Dengbêj kengê karîn vê rastiyê bibînin, bihunin wê demê wê gelek tişt ji nû ve pêş bikevin. Ev yek ji dîrokê ve hatiye. Dengbêjan gelek dîrok bi hunera xwe vehunadine û anîne roja me.”

Herî dawî Nasir Yagiz destnîşan kir ku bi hêviya ku ti astengî li pêşiya xeyalê wî nebe çênebe ku ji van xeyalên xwe bêpar bimîne. Yagiz domdarî got: "Em vê çalakiya xwe bi ser bixin. Ez ê weke xebatkarekê kar bikim û van xeyalên xwe hewl bidin bicih bînim. Bikarim birînên vî gelî derman bikim. Hêviya me ya serketinê xurt e."