Xeta Sara roj bi roj mezin dibe

Endama Meclîsa PAJK'ê Hêlîn Ûmût got, "Têkoşîna jinê ya li ser xeta Sara belav dibe, hemû jinan digire nava xwe û mezin dibe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Hêlîn Ûmût, bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê bersiv dan pirsên nûçegihan Rûken Cemal.

Hêlîn Ûmût bi bîr xist ku têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) îro li çar parçeyên Kuridstanê, derveyî welat û li qada navneteweyî
 weke xeteke têkoşîna jinê derdikeve pêş û got, "Têkoşîna jinê ya li ser xeta Sara belav dibe, hê bêhtir jinan di nava xwe de vedihewîne û mezin dibe. Têkiliya vê yekê bi sekna têkoşînê ya heval Sara heye. Hevala Sara yek ji damezrînerên PKK'ê ye. Bi saya têkoşîna hevrê Sara jin tevlî têkoşînê bûn, bûn xwedî îrade, li qadên siyasetê, leşkerî û civakî bi erka pêşengiyê rabûn."

Ûmût da xuyakirin ku Cansiz ji bo wan hemûyan rêyek vekir û got, "Em niha di rêya ku wê vekiriye de dimeşin." Ûmût diyar kir ku eger îro bi navê jinên azad tiştek derketibe holê ev bi saya têkoşîna Cansiz bûye û wiha dewam kir: "Jin nih ali çiyê, deşt û bajaran û li zindanan dema Sara dijîn. Ji ber ku piştî şehadeta hevala Sara têkoşîna azadiya jinê li her cihî belav bû, hîn bêhtir gerdûnî bû. Di vir de ev rastî derdikeve holê; gotina 'şehîd namirin' di nava me de dirûşm nîne. Nemiriya şehîdan bi nirxên wan ên azadiyê ye. Di serî de jinên ciwan ên Kurd, jinên Kurd li her cihî vê xetê dijîn, diparêzin û li ber xwe didin."

Hêlîn Ûmût da xuyakirin ku ew êşên xwe, windahiyên xwe ji bîr nakin û weke hêza pêşeng a vê têkoşînê hewl didin şehîdên xwe, nirxên xwe hê bêhtir mayinde bikin.

Ûmût destnîşan kir ku ew bi îdîa ne ku hevrêyên xwe Sara, Leyla û Fîdan baştir fêhm bikin û têkoşîna wan bi ser bixînin. Hêlîn Ûmût got, "Civaka Kurd êdî xeta Sara pejirandiye. Li dora wê civakîbûneke nû afirî ye. Xwedawendiya rasteqîn ev e. Divê jinên ciwan ên Kurd bibin Sara. Eger jiyan wê watedar be, ev yek bi jinûve avakirina xwe ya li ser xeta Sara dibe. Jiyanek ji bilî vê em nas nakin, em ê nas nekin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî destnîşan kir ku biryardariya wan a ji bo hesabpirsîna ji kujeran mezintir bûye û got, "Dijmin negihîşt armanca xwe. Berevajî vê, yên li ser şopa hevrêyên şehîd in, hêrs û kîna xwe veguherandin têkoşîneke mezintir. Veguherandin lêgerîneke kûrtir a azadiyê, xwestek û cesaretê. Hê bêhtir fedayî bûn. Kujer bi ser neketin. Têk çûn."

Kalkan diyar kir ku taybetmendiyeke gelekî girîng a salvegera îsal heye û anî ziman ku wan ev komkujî ji gelek aliyan ve ronî kirine. Kalkan ragihand, komplo ji aliyê MÎT'e ve hatiye kirin û Serokwezîr û hikumeta wê demê ji komkujiyê berpirsyar in.

Kalkan bi bîr xist ku wan ev yek bi belgeyan raxistine pêş çavan û li ser bingeha îtirafên rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê wan ve hatine girtin, ev yek ji raya giştî re hatiye eşkerekirin.

Kalkan destnîşan kir ku di şexsê Cansiz de hedef ji vê komkujiyê, tevahiya rêveberiya tevgera wan bû û got, "Weke dewama şerê 2011-2012'an, lîsteyek ji 20-40 kesî nîşan dan. Ev kiribûn hedef. Digotin ku eger ên di vê lîsteyê de ji holê bên rakirin wê PKK tine bibe, têk biçe. Fethûllahiyan jî, AKP'yiyan jî ev kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin ev êrîş li dijî tevahiya rêveberiya me bû. Di şexsê rêveberiya me de bêguman Rêber Apo, tevgera me ya azadiya jinê û gelê me kirin hedef. Li ber destê me belge, îtiraf û qeyda deng hene."

Kalkan işaret bi helwesta dewleta Fransayê kir û got, "Fransa welatekî ku şoreşeke rasteqîn kiriye û me Şoreşa Fransayê timî hêja dît. Rêber û tevgera me hewl da ji wir îlhamê bigirin, hêzê bigirin. Ji bo hişmendiya azadiyê, pêşketina demokrasiyê me şoreşa Fransayê weke sîstem û civakeke pêşeng didît. Vê rewşê rê li ber şikestineke mezin vekir. Diviyabû ne wisa bûya. Em nizanin bê edaleta Fransayê wê vê rewşê çawa vebêje. Kujer tên bi Serokkomarê Fransayê re hevdîtinê dikin. Û di salvegera komkujiyê de bazariyên nû dikin. Rewşeke hov bi qasî vê nîne. Dijminatiyeke li Kurdan bi qasî vê mezintir nîne."