Xeta Kongreya Neteweyî esas e
Hunermendan gotin, "Li şûna berjewendiyên partiyan, divê polîtîka û berjewendiyên neteweyî esas bên girtin."
Hunermendan gotin, "Li şûna berjewendiyên partiyan, divê polîtîka û berjewendiyên neteweyî esas bên girtin."
Panela Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li sînema Salîm a li Silêmaniyeyê hat lidarxistin. Hunermendên Kurd di vê kongreyê de li ser pêwîstiya Kongreya Neteweyî axivîn û destnîşan kir, ku ev yek ji bo Kurdan gelekî girîng e.
Hunermendan dan xuyakirin, di navenda şerê sêyemîn ê cîhanê de ku li Rojhilata Navîn diqewime, Kurdistan û gelê Kurd hene û gotin, ji bo peymanên Sykes Pîcot û Lozan dubare nebin, divê Kurd di nava yekîtiya neteweyî de têbikoşin. Hunermendan diyar kirin, rêxistin û partiyên neyên vê yekê, wê li pêşberî dîrokê sûcdar bin.
Hunermendan her wiha bibîr xistin, ku hunermend wijdanê civakê ne, lewma divê ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî bi erka xwe rabin. Qisekeran destnîşan kirin, divê hunermend bi rêya organîzasyonên cuda tevlî vê pêvajoyê bibin.
Hunermend Necmedîn Xulamî, Nasir Rezazî, Xana Zezê, Hozan Comerd, Diyar Dersîm, Xelîl Xemgîn, Şemdîn û Zozan Gabar tevlî panela KNK'ê bûn.
Hunermend wê îro jî li Kerkûkê konserekê bidin gerîla û pêşmergeyan.