Xemsariya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê dewam dike

Salek li ser dagirkirina herêmên bi nakok re derbas bû û hê jî nakokî û aloziyên jiyanî li van herêman dewam dikin. Herêma Mexmûr yek ji van herêmên bi nakok e ku jiyan bi her awayî lê xitimiye.

Mexmûr yek ji wan herêmên di çarçoveya madeya 140 de ye ku bi her awayî ji gelek mafên jiyanî hatiye bêparkirin. Di her pêvajoya desthilatdariyê de zexteke giran li welatiyên herêmê hatiye kirin. Dema rejîma Seddan herêm hate Erebkirin û piştî rejîma Baasê û bi şûnde welatî li bendê bû ku rewş hinek baş bibe, lê mixabin baştir nebû heta xirabtir bû.

Ji ber rakêşana siyasî û polîtîkayên hîzb û layenan wisa kiriye ku her carê welatî bibin qurbanê bazarên wan.

Li Herêma Mexmûr ji dehan gund û bi taybet jî li vê herêma Wargeha Penaberên Bakurê Kurdistan ên Şehîd Rustem Cûdî ku sala 1998’an de koçber bûye heye. Ev wargeha nêzî 10-12 hezar nifûsî her demê bûye hedefa êrîşan û destên qirêj li ser ranebûye. 

Yek ji van êrîşên herî mezin piştî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê ya Mûsilê û şûnde 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyan berê xwe dan herêma Mexmûr û deverên wê. Bi êrîşa çeteyan re herêm ji aliyê hêzên PDK, YNK û Artêşa Iraqê ve hate valakirin. Gel terkî mirinê hate kirin. Gelê ku bi tenê hate hiştin ji bo rizgarkirina xwe berê xwe dan bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.

Gelê Mexmûrê yê penaber ku bi tenê hate hiştin, bi saya Hêzên Xweparastinê û gerîlayên HPG/YJA Star’ê piştî bi 3 rojan ên êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê di serî de wargeha Mexmûr û bajarokê Mexmûr û li gel gundewarên wê rizgar kirin. Mirov dikar bêje yek ji deverên ku DAÎŞ lê hate şikandin Wargeha Mexmûr bû. 

CIHÊ PKK LÊ YE CIHÊ BAWERIYÊ YE

Piştî rizgarkirina Mexmûrê û derdora wê û bi ewlebûnê gelê wargehê û welatiyên derdor vegeriyan ser mal û cihên xwe. Ev jî bi saya Hêzên Xweparastinê û gerîlayên PKK'ê bû. Pir balkêşe ku heta welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ne vegeriyan welatiyên din ên derdor nehatin ser cihê xwe. Ev jî dide nîşandan ku piştî ewlehiya gerîlayên PKK’ê yên li herêmê gel vegeriyan, bawerî bi hêzên din nedianî.

Welatiyên herêmê yên ku li bendê bû piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê rewş hinek aram bibe, jiyan ji nû ve dewam kirin. Lê mixabin ji ber nêzîkatiyên hîzbî û partiyan welatî li naverastê man. 

XEMSARÎ BÛ SEDEMA JI SEDÎ 5O’ΠXAKA KURDISTANÊ JI DEST BIÇE

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajar û bajarok dagir kiribûn û berê xwe dabû herêmên bi nakok (Kerkûk, Xurmatû, Mexmûr, Şengal, Hawice) ên dikevin çarçoveya xala 140’an a destûra Iraqê. Ev herêmên ku ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê statuya wan li gorî xala 140’an hîn nehatibû diyarkirin û dibin kontrola artêşa Iraqê de bûn, ketin bin dagirkeriya çeteyan. 

Piştî ku artêşa Iraqê ji van herêman vekişiya, hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKK’ê li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin nîşan dan û ev herêmên bi nakok ji çeteyan rizgar kirin. Li pey rizgarkirinê jî, bi taybetî li Kerkûkê rêveberî û meclîs ku hemû pêkhate dihatin temsîlkirin, hatin avakirin. Li gel ala Iraqê, ala Herêma Kurdistanê jî li avahiyên fermî hat daliqandin. 

Zêde dirêj nekir, vê carê herêmên bi nakok ên dikevin çaroveya madeya 140’an, li ser lihevkirinên qirêj ên aliyên Kurdî hema bêje ji sedî 50’î xaka ku ji aliyê Pêşmerge û gerîlayên HPG/YJA Star ve bi berdêlên mezin û xwîna şehîdan hatibû rizgarkirin radestî artêşa Iraq û Heşdî Şebî hate kirin.

NE MÊHVAN, XWEDIYÊ MALÊ NE

Piştî êrîşên 16’ê Cotmeha 2017’an bi qasî 10 rojan bi şûnde li herêma Mexmûrê şer di navbera hêzên Heşdî Şebî û Pêşmergeyan de qewimî û li vir jî gel di navbera êrîşên her du aliyan de ma. Ne hêzên Heşdî Şebî rê da ku gel derbikeve û ne jî pêşmergeyan. Gel ma di nava êrîşên her du aliyan de, yekan e cih ma ku xwe bispêre ew jî wargaha Kurdên Bakurê Kurdistanê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bû. Ji ber şer welatiyên navçeya Mexmûrê berê xwe dan wargehê. Li ser vê jî di serî de Meclîsa Gel a Wargehê bi hemû endamên xwe ve bû seferber û gel ji êrîşan parast û li nava wargehê hatin bicihkirin. Di serî de bi korîdorekî bi ewle rê hate dayîn ku bikeve nava wargehê û di saetên destpêkê de li dibistan û avahiyên saziyan hatin bicihkirin. Piştre li ser biryara meclîsa gel û gelê wargehê li malan ne weke mêhvan weke xwediyê malê hatin bicihkirin. Li gorî daneyên Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî parvekiribû nêzî 8 hezar welatî hatibûn bicihkirin û hemû pêdawîstiyên wan ji aliyê gel ve hatibûn bicihanîn.

LI ÇIYAYÊ QEREÇOXÊ RÊYA DERBASBÛNÊ HATE VEKIRIN

Piştî şerê bi qasî rojekê ne Hêzên Heşdî Şebî û ne jî Pêşmergeyên PDK’ê rê da ku welatî bi rêya asayî bikevin nava Mexmûr û derbikevin. Li ser daxwaza gelê navçeyê û Meclîsa Gel di bin serweriya gerîlayên HPG/YJA Star û Hêzên Xweparastinê de li çiyayê Qereçoxê rêyeke demkî hate vekirin ji bo derbaskirina welatiyên ku dixwazin biçin bajarên mîna Hewlêr û Silêmanî yên bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Piştî demek kin rê bi derfetên kêm ên şaredariyê hate çêkirin û welatiyên xwestin derbasî bajarên din bibin, ev rê bikar anîn.

DI ENCAMA BAZARÊN QIRÊJ DE RÊYA ASAYÎ HATE VEKIRIN

Ji ber nakokiyên li herêmê demek dirêj derbas kir, rê demeke dirêj nehate vekirin. Rêya ku ji aliyê şaredariya Wargah Şehîd Rustem Cûdî ve hatibû vekirin bi qasî 6 mehan tevî hemû astengî û zoriyan ji aliyê hem gelê wargehê ve hem jî gelê navçeya Mexmûr ve hate bikaraîn. Tevî gelek caran qeza û aloziyên mezin rû dan jî, ne hikûmeta navendî ya Iraq û ne jî ya Herêma Kurdistanê nekete nava tevgeran. Heta ku lihevkirin 2’yê Nîsana 2018’an hate vekirin.

RÊ VEBÛ NAKOKÎ JÎ ZÊDE BÛN 

Rêya ku her kes li bendê bû bê vekirin, gel nefesek hilde, lê mixabin vebû bi xwe re aloziyên jiyanî yên hê mezintir anî. Bendên kontrolê hatin zêdetirkin. Ji wargeha Şehîd Rustem Cûdî heta derbikevî bi kêmanî 6 bendan divê derbas bikî. Ji van bendan 3 ên Heşdî Şebî û 3 jî yên Pêşmergeyên PDK’ê ne. Her wiha li van benda kontrolkirina nasname û astengiyên cuda cuda ji gel re derdixin. Dîsa ji ber debara gelê wargehê li ser karê derveye, heta saet nebe 6 rê nayê dayîn bi ti awayî gel ji wargehê derbikeve û her carê bi pirs û astengiyên cihê re rû bi rû tên hiştin.

ASAYÎŞA PDK’Ê ÇAV BERDAYE NANÊ GELÊ KOÇBER

Piştî van bûyer û aloziyan Asayîşa PDK’ê kete nava hewldanên ku welatiyên wargehê yên li bajarên Başûrê Kurdistanê kar dikin, yek bi yek tesbît kirin û bi gefkirina karsazan welatî yek bi yek ji kar hatin dûrxistin û heta pereyên wan nehatin dayîn. Dîsa karkerên herdemî yên saziyên mîna nexweşxane û kargehên cuda cuda yên paqijiyê jî hatin derxistin û ji karê wan kirin. Hêzên Asayîşa PDK’ê bê ku hincetekê diyar bikin, li ser kar welatiyan gef dikin û ji karê wan derdixin. 

BI HINCETÊ VALA WELATIYAN DESTGÎR DIKIN Û DIGIRIN

Asayîşa PDK’ê mîna tevgerên rejîma AKP’ê bê ku hincetan diyar bikin an jî bi hincetê mîna ku xwepêşandan kirine, alîkarî didin PKK’ê welatiyên Mexmûr û welatiyên Bakurê Kurdistanê destgîr dikin. Bi hincetên derbasbûna nasname, belgeya ajokariyê bi dehan welatî tên destgîrkirin û dest danin ser wesayîtên wan an gefa ku carekî din em te destgîrbikin tu wê bê girtin, gef li welatiyan dixwin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI ERKA XWE RANABE

Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêma Mexmûrê, berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên li Mexmûrê navendên xwe terikandine û hê jî nevegeriyane. Dema ku Rêveberê Saziya Têkiliyên Karê Derve pirsa çima nayên saziyên xwe ku gelek pirsgirêkên gel hene bên çareserkirin, weke gelek caran hincetê vala û bê bingeh ên mîna ewlehî nîne, PDK rê nadin. Ji ber nevebûna saziya NY’yê ya li Mexmûrê gelek pirsgirêkên hatin û çûn, erzaq û pirsgirêka nasname bi rojane derdikeve. 

Hêjayî bibîrxistinê ye welatiyên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku di sala 1994'an ji ber êrîşên dagirkerî û polîtîkaya zilmê û koçberiyê ya li Bakurê Kurdistanê  ku piranî ji herêma Botanê koçber bûne. Welatiyên koçber bi rêzê ve li kampên Bihêrê, Bêrsîvê, Şeraniş, Geliyê Qiyametê, Etûş, Nînova, Nehdaran û herî dawî jî li Mexmûrê bi cih bûne. Gelê Botanê di sala 1995'an de dema li Etrûşê bicih bibûn li Dihokê bi çalakiya greva birçîbûnê nasnameya xwe ya koçberên siyasî bi dest xistiye. Ji wê rojê û vir ve Neteweyên Yekbûyî ji nêz ve penaberên Botanê dişopîne. Bi vê  boneyê bi her awayî NY ji karê penaberên Mexmûrê berpirs e.