Xelkê Silêmanî li dijî darvekirinê meşiya, piştgirî da pêngavê

Bi pêşengtiya KODAR û PJAK’ê, li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Na ji bo sêdare, belê ji demokrasiyê re’ li dijî siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê meşeke girseyî hate kirin. Di çalakiyê de piştgirî dan pêngava KODAR û PJAK'ê.

Li bajarê Silêmanî bi pêşengtiya Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê re, belê ji demokrasiyê re’ li dijî siyaseta darvekirinê meşiyan.

Xwepêşandan ji ber Baxê Giştî destpê kir heta kolana Saholeke dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Na ji bo darvekirin, belê ji bo demokrasiyê’, ‘Azadî ji bo Ocalan’ û ‘Bijî Berxwedana gelê Kurd’ hatin qîrkirin.

Li Kolana Saholeke piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji bo pêngav KODAR’ê û PJAK’ê hate ragihandin.