Xelkê Mexmûrê: Zarok nabin terorîst!

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr ku zêdetirî 12 hezar nifûsin ku ji neçarî ji ber zilma dewleta Tirk a faşîst koçber bûne dijîn, zêdetirî 5 mehin di bin dorpêçeke ya hikûmeta PDK’ê de ne.

Piştî kuştina berpirsekî MÎT’ê Osman Kose ya Tirk a li Restoranta Hoqqabaz a 17’ê Tîrmehê ya li Hewlêrê û şûnde ji aliyê Hikûmeta PDK’ê ve dorpêç û astengiyên mezin ji bo welatiyên penaber ên Mexmûrê danîn. Bi hezaran karker, mirovên li deverên cuda cuda yên li Başûrê Kurdistanê kar dikin ji kar derxistin û rê nayê dayîn ku nexweş, xwendekar û gelek kesên pêwîstî pê hene biçin serkar û barên xwe tên vegerandin û heta tên girtin.

Me tîma ANF’ê cara duyem xwe gihand wargehê û bi taybet piştî gefên dîktator Erdogan ên di televîzyoneke taybet de gefa êrîşan li ser wargehê da û dîsa dorpêça ku ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hatiye kirin, wisa kiriye ku jiyana gel bikeve astekî xirab.

Dema em gihiştin wargehê li dijî van gefên Erdogan xelkê Mexmûrê ku ji jin, mêr, zarok û kalemêran pêk tên meşek lidar xistin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan kirin ku bi erka xwe ya parstina koçberan rabin. Di vê meşe de me nêrînên gel girt.

‘ZAROK NABIN TERORÎST’

Mamoste Selamet Erdogan bal kişand ser gotinên Erdogan û got: “Her kes dizen xelkê Mexmûrê yên koçber ji bo doza azadiyê têkoşînê dike, ev têkoşîn jî nabe terorîst. Zarok nabin terorîst. Dema mirov li pêvajoyê dinêre saziyên mafê mirovan ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe li gelek tişan digirin.”

‘DEWLETA TIRK DIJMINÊ DÎROKÎ YÊ KURD E’

Her wiha li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê jî Mamoste Şîrîn daxuyaniyek da û bal kişand ser hewldanbên dewleta Tirk û Erdogan û got: “Dijminahiya dewleta Tirk jî dîrokê û heta niha li dijî Kurdan heye. Mînakên vê jî Qetlîamên Dersim, Botan, Agirî, Zîlan, Koçgirî ne. Bi taybet gefên dewleta Tirk ên li Kurdan dema dîktator Erdogan de zêdetir bûye.

‘JIN, ZAROK TÊN QETILKIRIN’

Di dewama daxuyaniyê de Mamoste Mele Şîrîn qala êrîşên dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk xwe li destkeftiyên Kurdan ranagire û êrîş bire ser Serêkaniyê û Girê Spî. Di van êrîşên xwe de bi sedan jin,zarok û ciwan qetil kirin. Dewleta Tirk ji kuştina sivîlan têr nabe. Niha jî dîktator Erdogan gef li penaberan dike. Gefên Erdogan ji exlaqê mirovahiyê dûr in. Çawa dibe ku serokê dewletekê gefan li penaberan bike.”

‘BI ERKA XWE YA MIROVÎ RABIN’

Mele Şîrîn herî dawî bang li NY û welatên Ewropa kir ku bi erka xwe rabin û got: “Bang li NY, Saziyên Mafê Mirovan ên Ewropa dikin ku xwedî li erka xaw ya parastina penaberan dekevin. Parastin û berpirsyariya penaberan li stûyê dewletên Ewropayê ye. Armanca Erdogan belavkirina gelê penaber ê berxwedêr e. Bila Erdogan û hevkarên wan baş bizanin ku ev gel wê ti carî belav nebe û li dijî gevan jî berxwedanê bilind bike.”

‘DI DERMANKIRIN Û PEYDAKIRINA DERMANAN DE EM PIR ZORIYÊ DIKIŞÎNIN’

Her wiha yek ji doxtora nexweşaneya mexmûrê Xanim Babat jî behsa kêmaniyên derman û zoriyên piştî ambargoyê derketî û got: “Ev zêdetirî 5 meh in ambargoyek mezin li ser wargehê tê domandin. Di aliyê tenduristî de em zoriyên pir mezin dikişinin. Nexweşek lezgîn hebe, heta çend cihan mirov serlêdan bike heta bikare bişîne nexweşxaneyê. Tevî gelek rapor û belgyên nexweş jî bi saetan li deriyên bendên kontrola PDK’ê tên rawestandin. Her wiha di dabînkirina dermanan de jî em pir astengî dikişinin. Her çendî nexweşane di bin sêwana rêveberiya Iraq û hikûmeta herêmê de ye lê derman bi qasî pêwîst nayê şandin.”

Her wiha yek ji karmenda din a nexweşxaneyê jî anî ziman ku bi taybet di peydakirina dermanan de pir zorî dikişînin, nikarin bi pêwîst dermanan bigirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandibû ser rewşa li Mexmûrê. KCK’ê got: “Ji bo gelê me yê Mexmûrê hê zêdetir zorî û zordarî li ser neyê kirin, em jî daxwaza rakirina dorpêçê dubare dikin. Bi wê bawerin ku rêveberiya Kurd guh bide vê bangê.”